Malbata Şenyaşar: Edaleta we eve!
Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe windakirî û kurek wê jî di girtîgehê dene 85 rojin çalakiya “edaletê” dewam dike.
Riha - Emîne Şenyaşar a di êrîşên sala 2018’an de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetilkirin bi lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên darizandin dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kirine, di roja 85’emîn de dewam dikin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê got: “Em dixwazin hun vegerin hiquqa xwe ya ji bo parastina kesekê we tine hesab kirî. Li ber kamereyan sê mirov hatin qetilkirin. 3 sal ser de derbas bû. Tenê kesek jî nehat girtin. EDALETA we eve!”