Malbata Şenyaşar: Divê demildest edalet pêk were

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ên ku çalakiya xwe di roja 239'an de didomîn, îro careke din nobeta xwe birin ser pêlekanên edliyeyê û wiha gotin, " Divê demildest edalet pêk were ".

Riha -  Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, ket roja xwe ya 239’an. Dayik û kurê ku ji navçeya Pirsûsê 42 kîlometreyan meşiyan û hatin qada ku bi navê "Quncika Edaletê ya Malbata Şenyaşar" û îro careke din nobeta xwe birin ser pêlekanên edliyeyê. Parêzerê malbatê Serhat Kûrt jî tevlî çalakiya malbatê bû.
Nobet dîsa birin ser pêlekanên edliyeyê 
Dayik û kurê wê di 9’ê Adarê de bi rûniştina li ser pêlekanên Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kiribûn, di roja 5’emîn de bi zora polîsan derxistibûn derveyî bariyerên beton. Ferît Şenyaşar diyar kir ku ji ber ku edalet pêkehatiye dîsa li ser pêlekanên edliyeyê rûniştine û wiha got: “Wezîrê Dadê, ‘Tişta ku avahiyê dike edliye ne tabelaya wê ye. Çawa ku di hundirê wê de edalet bi awayekî paqij dixebite ye’ Ev edliye girêdayî wezareta te nîne? Zarok û hevjînê vê dayikê hatin qetilkirin, 8 meh in li pêş vê avahiyê rûdine. Çima edalet pêk nayê? Biryarên siyasî tên girtin. Divê demildest edalet pêk were.”
Polîsan dîmen girtina rojnamegeran asteng kir
Dema ku nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê xwest dîmenê qada çalakiya nobetê bigire, polîsan gotin: “Qedexe ye ku li dadgeh û dora wê dîmen were qeydkirin” û ew ji hewşa dadgehê derxistin, nobeta dayik û kur li ser pêlekanan didome.