Malbata Şenyaşar di roja 81’an a çalakiyê de: Em bihêvî ne

Nobeta “edaletê” ya Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber edliyeya Rihayê di roja 81'ê de dewam dike.

 
Riha – Emîne Şenyaşar a di êrîşên sala 2018’an de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetilkirin bi lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên darizandin dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kirin. Çalakiya nobeta “edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 81’emîn de dewam dike. 
“Em bi hêvî ne”
Ferît Şenyaşar ku duh çûbû hevdîtina birayê xwe Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpetê dimîne, îro careke din hat pêşiya edliyeyê. Ferît derbarê hevdîtina birayê xwe de axivî û anî ziman ku birayê wî bi awayekî bêhiqûqî 3 sal in li girtîgehê tê girtin, lê ligel vê jî bi tena serê xwe li ber xwe dide. Ferît, destnîşan kir ku baweriya xwe ya bi edaletê winda nakin û wiha got: “Em bi hêvî ne. Birayê min jî, baweriya xwe winda nekiriye. Rojekê wê rastî eşkere bibe û birayê min jî wê ji girtîgehê derkeve. Em rûniştina li malê qebûl nakin. Em di bin zilmê de dijîn. Em bi piştevaniyê vê têkoşîna xwe didomînin. 3 mirovên me hatin qetilkirin. Ji wan re soza me heye. Heta ku kesên komkujî pêk anîn, dernekevin pêş darazê û hesab nedin, em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”