Malbata Şenyaşar: Desthilatdarî li ber têkçûnê ye
Malbata Şenyaşar di roja erefeya cejnê de çûn serdana gorên xizmên xwe yên hatin qetilkirin. Dema daxuyaniya malbatê ya li ser gorê hat qedexekirin, Ferîd Şenyaşar wiha got "Desthilatdariya ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye. Em li benda 14'ê Gulanê ne."
Riha- Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît ê di êrîşê de birîndar bûbû, di roja xwe ya 759’emîn de ye.
Emîne Şenşayar, tevî zarokên xwe bi boneya roja erefeyê çû Goristana Malbatê ya Pirsûsê û gorên zarokên xwe Adil û Celal Şenyaşar û hevjînê xwe Haci Esvet Şenyaşar ziyaret kir. Ferît Şenyaşar, xwest ku li ser gorên bira û bavê xwe axaftineke kin bike lê polîsan asteng kir. Polîsan, kamereya nûçegihanê me girtin û nehiştin dîmenan bikşîne. Malbata Şenyaşar jî bertek nîşanî polîsan da û daxuyanî di ketina goristanê de da.
‘Dê dawî li zilma wan were’
Ferît Şenyaşar diyar kir ku li benda dîroka hilbijartinê ne û wiha axivî: “Em îro bi boneya roja erefeyê hatin goristanê. Hêzên ewlekariyê ku qanûn dane aliyekî û li gorî fermanên serdestan tevdigerin, nehiştin dayik êşa xwe bijî. Desthilatdariya ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye. Em li benda 14’ê Gulanê ne. Dê ev zîhniyeta ku ewqas neheqiyan dike, zilmê dike, qanûnan binpê dike û parlamenteran diparêze têk biçe û daraza serbixwe û bêalî were. Yên ku ev komkujî kirin jî dê li hemberî daraza serbixwe hesab bidin.”