Malbata Şenyaşar bang li meclisê kir

Malbata Şenyaşar a nobetê dewam dike bang li meclisê kir.

Riha- Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar dewam dike.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev peyam belav kir: “Sedema hebûna dewletê ew e ku ji bo welatiyan bi dadmendî tev bigere. Cihe kesê ku li nexweşxaneya dewletê komkujî pêk anî ne Parlamento ye. Bila Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê ava bikin. Bila bûyer bi berfirehî bê lêkolînkirin.”