Malbata Şenyaşar 617 roj e li benda edaletê ye!

Malbata Şenyaşar, 617 roj in çalakiya nobeta edaletê didomîne û li bendê ne ku rayedaran dengê wan bibihîze.

Riha- Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ya di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja xwe ya 617’emîn de berdewam dike.

Dayik Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş bû nekarî tevlî nobetê bibe û çalakî Ferît Şenyaşar domand.

Ji medyaya ditîjal peyam

Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev parvekirin kir: “Heta ku bêedaletî li deriyê me nexe, divê weke qêrîneke ku dengê wê nayê bihîstin nedome. Bawerî û mirovayetiya me emir dike ku li hemberî zilmê bêdeng nemînin. Nobeta me ya edaletê di roja 617’an de ye.”