Malbata Şenyaşar 2 salên Nobeda Edaletê li pey xwe hişt

Malbata Şenyaşar tam 2 sal in li benda pêkanîna daxwazên xwe yên edaletê ne û bênavber bang li rayedaran dike.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, Îro du salên xwe pey xwe hişt.

Malbata Şenyaşar a ku di roja 717’emîn de hat ber edliyeya Rihayê, li ber pankarta “Edalet” nobeta edaletê berdewam kir. Hevseroka Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) Kadriye Dogan û şandeyê li gel wê hat serdana Malbata Şenyaşar kir.

‘Emîne Şenyaşar dê bibe peykerê edaletê’

Kadriye Dogan, anî ziman ku bi têkoşîna Emîne Şenyaşar eşkere bû ku li vî welatî edalet tune ye. Kadriye Dogan a dibêje: Ger sibe du sibe edalet were vî welatî, Emîne Şenyaşar pêşenga vê encamê ye. Dê peykerê Emîne Şenyaşar bibe peykerê edaletê”,diyar kir ku ji ber li vî welatî hesaba komkujî û bêedaletiyê nayê pirsîn, her tim bêedaletî çêdibe.

Bi boneya salvegera Nobeta Edaletê dê îro saet di 14.00’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê kursiyê vekirî bê danîn. Piştre jî dê li Eywana Tahir Elçî ya Baroya Rihayê belgefîlma “Ji bo Edaletê’ bê pêşandan ku derhêneriya wê Elîf Yîgît kiriye û têkoşîna Malbata Şenyaşar vedibêje.