Malbata Şenyaşar: 149 rojin zilim dewam dike

Malbata Şenyaşar 149 roje çalakiya xwe ya nobeta “edaletê” li gel germa zêde jî dewam dike.

Malbata Şenyaşar 149 roje çalakiya xwe ya nobeta “edaletê”  li gel germa zêde jî dewam dike.
Riha - Emîne Şenyaşar ku xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz 2 kur û hevjînê wê qetil kirin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di roja 149'an de nobeta xwe ya "Edaletê"  li ber Edliyeya Rihayê didomînin.
Emîne Şenyaşar ji ber rewşa wê ya tenduristiyê nebaşbû nikaribû tevlî çalakiya nobetê ya îro bibe û nobetê li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî ligel hewayê germ a bajêr jî di saetên serê sibê de hat pêşiya avahiya edliyeyê û bi tena serê xwe nobet da destpêkirin. 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê Wezareta Dadê, rojnamevan Bariş Yarkadaş û Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê etîket kir û ev peyam parve kir: “Pirsa me gelek hesan e. Çima ji bo malbata me edalet nîne? Qanûn li gor kesan tê pêkanîn? Hovên ku bavê min li nexweşxaneyê bi lînckirinê qetilkirin di nava civakê de ne. Têkoşîna me ya edaletê li pêş qesrê di roja 149’emîn de di bin zilmê de didome.”