Malak a Xezayî ji bo di jiyanê de bimîne cilên xwe difroşe

Li Zîvala Xezayê ji ber şerê ku berdewam dike, şert û mercên jiyana mirovan her ku diçe xirab dibe, hinek zarok cilên xwe difroşin hewl didin dahata malbata xwe pêkbînin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Êrişên Îsralê li dijî Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmehê heta niha bê navber berdewam dike. Şer li Xezayê bû sedem ku di astek zêde de bînesazî were tahrîbkirin, xizanî û rêjeya xelayê zêde bibe. Di heman demê de hejmara mirî û birindaran jî zêde dibe. Zarokên li Zîvala Xezayê, destpêkê bê mal, xizaniya zêde, birçîbûn, înkara mafê jiyan û perwerdê jî di nav de rastî gelek binpêkirinên sîstematîk hatin. Ev rastî gelek kes neçar kir ku ji bo alîkariya malbata xwe bikin bixebitin.

Dema bavê wê alîkarî digirt birîndar bû

Ji zarokan Malak Abdel Azîz ya 10 salî bavê wê dema li xalek ya belavkirina alîkariya xwarinê hewl dida ji bo malbata xwe ard bigre ji lingê xwe bi giranî birîndar bû. Malak Abdel Azîzî ji bo piştgiriya malbata xwe bike û pêwîstiyên wan pêkbîne dixebite wiha got: “Beriya nêzî dû mehen ji ber xwarina me xilas bû, bavê min piştî 70 rojan bi hêviya ku wê ardê em jê mehrûm mane bîne neçar ma derbikeve ji derve. Lê belê ji ber guleyek bi lingê wî ket birîndar bû. Ji ber alîkariya tibî ya pêwîst negirt ji wê demê heta niha seqet maye.”

Dest bi firotina cilên xwe kir

Malak Abdel Azîz diyarkir kir ku bi birîndarbûna bavê xwe re ji ber zaroka herî mezin bû barê dahata malê girtiye ser milê xwe û got: “Min li rêya ez alîkariya wan bikim digeriyam û ji ber şert derfetên kar kêm bû. Ji ber fikara min pêkanîna dahata xwûşk û bira û bavê min bû, min biryar da hinek cilên xwe bifroşim. Sibehê ji saet 08:00’an ve ez li virim. Ez cilan rêk û pêkdikim, ji bo ez yên ku di rêde diçin hewl didim iqna bikim ku bikirin. Yên ku di rêde derbas dibe hinekan bikere jî, pareyê ku ez qezenc dikim têra pêwistiyên bingehîn yê malbatê nake. Bi taybet li vê herêmê ji destpêka şer heta niha ger nirxên zêde yên tiştan were li ber çavgirtin, dema ez dibinim mirov cilên min bi nirxek kêm dikire ez di êşim, lê belê ez dizanim ji xeynê vê zêdetir alternatîfek ya min nîne.” 

Jiyan wê dikeve xeteriyê

Malak Abdel Azîz destnîşan kir ku ji ber girtina xalên kontrolê û rêyên xirbe di tevgerkirina di nava taxan de zorî dîkêşe û wiha got: “Di mijara xwegihandina mirovan de ez zehmetiyan dikêşim. Kolana ku ez lê di xebitim hertim tê bombabarankirin û ev jî jiyana min dixwe xeteriyê. Çavkaniyên bingehîn yên weke ava vexwarinê, xwarina bi tendirûst û xizmeta tendirûstiyê kêm dibe. Zarok nexweşiyên şewbê digrin. Ji destpêka şerê li dijî Xezayê heta niha me kehrebe, xwarina bi tendirûst ya têrker nedît, hinek gerok ava ku difroşin me ji ber ava qirêj ez hefteyekê bi jehrê ketim.” 

Malak Abdel Azîz da zanîn ku ji saetên sibehê ve dest bi kar dike û wiha bi dawî kir: “Diviya bû ez li dibîstana xwe bûyam, li kolanan ez cilên malbata xwe difroşim ku em ji birçan ne mirin. Tenê di nava salekê de ez gelek mezin bûm.”