Mala Parastina Jin ji bo jinan dibe stargehek bi ewle

Sîstema Mala Parastina Jin a herêma Cizîrê ji bo parastina jinên ku rastî tundiya fîzîkî, zayendî û derûnî tên stargehek e. Jinên ku rastî tundiyê hatine û di wê malê de cih digrin gotin: “Mala Parastina Jin me rizgar kir.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Sîstema “Mala Parastina Jin” di sala 2015’an de ji aliyê Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi koordîneya Rêxistina Kongra Star, Mala Jin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Asayîşa Jin li herêma Cizîrê ji bo ewlehî û parastinê ji jinên ku rastî tundiyê hatine re hatiye avakirin. Gelek jinên ku rastî tundiyê hatine, di wan malan de bi cih dibin ta ku bi rengekî parastî, bi ewle û qanûnî pirsgirêka wan çareser bibe.

Pirsgirêkên jinan tê çareserkirin

Desteya Jin bi vê sîstema ku li ser sê beşan navendên demjimêrî, navendên demkî û navenda dayîmî dikaribû bi dehan jinan ji kuştinê xilas bike. Di nava salekê de 84 jin hatin Mala Parastina Jin. Ji nav wan 77 rewş bi riyên qanûnî û sulhê hatin çareserkirin. Niha di Mala Parastina Jin de 7 jin mane û hewldanên çareseriyê ji wan re tên kirin.

Seroka Desteya Jin a herêma Cizîrê Evîn Paşo têkildarî armanc û girîngiya sîstema Mala Parastina Jin de ev nirxandin kir: “Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ji bo xilaskirin û parastina jinan ji tundî û desthilatdariyê roleke girîng a jin û ciwanan hebû di pêşxistina projeyan de. Armancên Desteya Jin a ku yek ji desteyên Rêveberiya Xweser ew e ku hem di nav sîstema Rêveberiya Xweser de di nav sazî û dezgehan de bibe bersiv ji pirsgirêkên jinan re û hem jî di nav civakê de û jê re çareserî bibîne. Ji dema damezrandinê ve yek ji karên sereke yên desteyê avakirina malên parastina jinan ji tundiya ku civak rewa dibîne ye.”

‘Cihê guhertin û bihêzkirina jinan’

Armancên me ne tenê peydakirina cihekî ku tenê parastin, xwarin û vexwarina van jinan dabîn bike, me cihek ava kiriye ji bo guhertin û bihêzkirina jinan. Bi dehan jin xwendin û nivîsandinê nizanibûn dema ku derbasî Mala Parastina Jin bûn, di vî milî de me perwerde ji wan re pêşkêş kir. Her wiha perwerdeyên derûnî tên dayîn, di heman demê de derfetên pêşxistina huner û karên destan jî hene. Em dixwazin ev jin bikaribin jiyana normal berdewam bikin, ger ku malbatên wan xwedî li wan dernekevin, Desteya Jin, Kongra Star û Asayîşa Jin dikare ji wan re bibe malbat. Daxwaza me ya din jî ew e ku ew bi xwe bikaribin xwe bispêrin xwe û debara jiyana xwe bikin.”

Rêbazên qanûnî ji bo bidestxistina mafên jinan

Evîn Paşo teqez kir ku ew rewşên jinan ên di hundirê mala parastinê de ji bo ku bikaribin mafên jinan bi dest bixin bi rengekî qanûnî wekî doz di dadgehê de pêşkêş dikin û xebat li ser tê kirin û wiha bi dawî kir: “Hinek ji rewşan bi komîteyên lihevkirinê tên çareserkirin. Rewşên ku bi awayekî sulhê nayên çareserkirin; Ofîsa Zagonî ya Desteya Jin û Meclisa Edaleta Jin pê re mijûl dibin. Dema ku jin radestî malbatên xwe tên kirin piştî lihevhatinê, bi awayekî qanûnî tên radestkirin ku êdî ev jin careke din rastî tundiyê neyên û jiyana wan parastî be.”

Her wiha sê jinên ku rastî tundiyê hatine, ji ajansa me re çîrokên xwe parve kirin.

Ji Başûrê Kurdistanê berê xwe da Mala Parastina Jin a li Rojava

Xanim Soranî 43 salî ye ji Başûrê Kurdistanê ye, ji aliyê hevjîn û malbata hevjînê xwe ve rastî tundiyê hatiye. Berî 7 salan berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jiyana nû ya bi ewle ji xwe re peyda bike û heta niha di Mala Parastina Jin de dijî. Xanim dibêje: “Ez rastî şîdet û lêdanê dihatim, hem ji aliyê hevjîn û hem malbata wî ve. Di heman demê de îxanet li min dihat kirin. Min ev yek qebûl nekir, min biryar da ku ez ji vê jiyanê rizgar bibim. Li Başûrê Kurdistanê şermeke mezin e ku jin hevjînê xwe berdin loma malbata min nerazîbûn nîşan da û dev ji min berda.”

 Xanim diyar kir ku civak jinan diçewisîne lê ew di mala parastinê de fêr bû ku çawa bi kêrî xwe were û wiha bi dawî kir: “Civaka me bi nêrîna ku jin darekî şikestî ye, dixwaze ku her tim jin kole be û her tiştî qebûl bike. Ez li Mala Parastina Jin fêr bûm ku li ser piyên xwe bisekinim, rastiyê nas bikim û bi hêz bim. Sal bi sal guhertin di kesayeta min de çêdibin, ger dem li min vegere, ez ê dîsa zilm û tundiyê qebûl nekim.”

‘Desteya Jin min rizgar kir’

Esmehan ji pêkhateya Ereb e ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, kêm jê re maye ku bibe 19 salî, di 18 saliya xwe de ji aliyê malbata xwe ve du caran hatiye zewicandin. Ew ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê hatiye, dibêje ku şaş e mirov di temenekî biçûk de were zewicandin û wiha pê de çû: “Ez biçûk bûm, min gelek tişt nizanibû, şaş e ku mirov di vî temenî de bizewice. Ew ê ku pê re hatibûm zewicandin, li derveyî Sûriyê bû, gelek tundî li min kir, bêbextî li min kirin û malbata min hemû tişt bawer kir. Malbatê xwest ku min bikuje. Herî dawî ji bo ku min azad berde; ser jiyana min bazara pereyan kir, 3 hezar dolar beramberî azad berdana min daxwaz kir. Paşê malbata min di navbera zewicandina bi pismamê xwe re an kuştinê de tercîh min dan kirin, ez neçar mam ku pê re werim zewicandin. Piştre Desteya jin ez ji wê jiyanê rizgar kirim.”

‘Xeyala xwendinê bi zewacê têk çû’

Esmehan hişmendiya civakê rexne kir û got: “Civak derfet nade jinan ku xwe pêş bixin di warên jiyanê de, dixwaze ku jin di bin siya mêr de bimîne, jin gelek ked dide, bi hêz e û jêhatî ye lê rê li pêşiya wê tê girtin. Xeyal û armanca min a dewamkirina xwendinê hebû, ez zîrek bûm di dibistanê de lê ev xeyala min bi zewcandinê têk birin.”

‘Ez ê xwe îsbat bikim û bê guman dê guhertinan çêbikim’

Esmehan teqez kir ku ew ê li hemberî zehmetiyên li pêş xwe nesekine û ji bo avakirina kesayeteke nû bi hêz ked bide û wiha bi dawî kir: “Rêveberiya Xweser û Desteya Jin derfet dan min ku ez bi rûmet bijîm. Ez niha ked didim ji bo avakirina kesayeteke bihêz ji bo ku di civakê de xwe îsbat bikim. Bi taybetî ji malbata xwe re bibêjim ku ez heme û ez dikarim pir tiştan biguherînim.”

‘Piştî hatina desteya Jin dikarim nêrînê xwe parve bikim’

Berçema 23 salî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, îşkence û tundiya malbatê dîtiye, ji sala 2015’an ve ji malbatê dûr ketiye û di Mala Parastina Jin de dijî. Berçem wiha êşa xwe tîne ziman: “Jiyana min êş û îşkence bû, ji aliyê bavê xwe ve ez rastî lêdanê dihatim. Her dem li me û dayika me dixist, heta digihîşt îşkenceya bi elektrîk û hermû cureyên din ên îşkenceyê. Min nikaribû vê jiyanê debar bikim, ji ber vê yekê min biryar da ku ji mal derkevim, ji sala 2015’an ve di Mala Parastina Jin de jiyan dikim. Hîs dikim ku niha dikarim nêrîna xwe parve bikim û bi cesaret im. Ez di mala parastinê de hînî hunerên dest bûm, ev jî alîkariyeke ji bo ku debara xwe bikim û fêrî hunerekê bibim. Di warê xwendinê de jî ji bo pêşxistina me Desteya Jin xebat dike.”

Xeteriyên tundiyê û bandorên wê

Pispora Derûnî Helîme Fehid der barê xeteriyên tundiya ser jinan û bandorên wê yên neyînî taybet li ser derûniya jinan, her wiha rewşên ku herî zêde ew pê re mijûl bûye di Mala Parastina Jin de ev yek anî ziman: “Li ser jinan hat ferzkirin ku tenê weke hawirdora malbatê bin û tu aliyên din nebin. Tişta herî metirsîdar a ku em di vê heyamê de dijîn tundî ye, tundî bi hemû rengên xwe destdirêjiya li ser hemû pêdiviyên jinan e. destdirêjiya zayendî rewşa herî gelemperî bû ku di dema xebata min de pê re rû bi rû mam. Di dema yekem de, di têgihîştin û karîbûna derketina ji rewşa xirab a derûnî de dijwariyek hebû. Me plansaziyeke çalakiyê ya teorîk û pratîk bi pêş xist ku bi riya wê me bal kişand ser gelek xalên bingehîn di nav de şêwermendiya derûnî, diyalog û zanîna jinan a li ser mafên xwe jî hebû. Di astên cuda de ev yek encameke erênî nîşan dide.”