Mala Jin pirsgirêkên hemu jinên ji pêkhateyan çareser dike

Mala Jin li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roleke girîng dilîze. Berdevka Mala Jin a taxa El-Teyî Yasmîn Îsa, behsa kar û xebatên xwe di nava taxa El-Teyî de dike û dibêje ku bi riya Mala Jin pirsigirêkên jin dijîn çareser dikin.

ZEYNEB ÎSA

 Qamişlo- Mala Jin yekemîn saziyê şoreşê û destkeftiyê jinan e ku ji sala 2011’an û vir ve bi destpêkirina şoreşê re hatiye avakirin û li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaxên wê hene. Weke yek ji stûnên saziyên xwecihî yên ku nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin karê xwe dike. Li Qamişloyê piştî rizgarkirina Taxa El-Teyî ji çekdarên dewleta Şamê, gav bi gav hinek rêxistin ketin nava taxê ji aliyê Rêveberiya Xweser û Kongra Star ve, yek ji navendên ku li taxa El-Teyî hat vekirin jî Mala Jin bû. Berdevka Mala Jin a Taxa El-Teyî Yasmîn Îsa, behsa kar û xebatên xwe yên di nav taxê de didin meşandin kir.

Pirsgirêkên jinan tên çareserkirin

Yasmîn Îsa behsa vekirina mala jin û meşandina kar û xebatên xwe her wiha zehmetiyên destpêkê kişandine kir û got: “Ev nêzî salek e ku em kar û xebatên Mala Jin li taxa El-Teyî dimeşînin. Piştî rizgarkirina taxa El-Teyî bi alîkariya Rêveberiya Xweser û Kongra Star tax hat birêxistinkirin û navenda Mala Jin hat vekirin. Dema ku me ev navend vekir, hinek zehmetî hatin kişandin. Di nava gelê Ereb de kesên ku qebûl nedikirin hebûn, ji ber ku zihniyeta wan hê ya eşîriyê bû, zihniyeta baviksalarî bû nedihîştin ku jinên wan tevli kar û xebatê bibin. Piştî ku me ava kir, me dest bi serdanên malên wan kir û felsefeya Rêber Apo bi wan da naskirin ruhê hevaltiyê di navbera me de dîtin. Hêdî hêdî xwe nêzî me kirin û hiştin jinên wan di nav me de kar û xebatê bimeşînin, pirsgirêkên jinan çareser bikin tevli çalakiyan bibin. Hinek caran zilamên wan ji me re digotin çawa jin kar û xebatê didin meşandin lê dema me fikrên we, felsefe, çand û civaka we nas kir zihniyeta me gelekî guherî. Tişta herî ku jê bi bandor dibin perwerde ne, ji ber ku bi riya perwerdeyê zihniyeta wan tê guhertin.”

‘Em bi saya felsefeya Rêber Apo gihîştin vê astê’

Yasmîn Îsa bal kişand ser armanca wan bi vekirina Mala Jin û çawa jin ji wan bi bandor bûne û wiha pê de çû: “Dema ku pirsgirêkek wan hebe destpêkê diçin komîna taxê, di navbera hev de xwe bi rêxistin dikin paşê komîn wan dişîne cem mala jin, bi riya wê pirsigrêkên wan çareser dibin. Gelek jinên ji neteweya Ereb ji me bi bandor bûne dibînin ku em li vê derê kar û xebatê dikin, bi ruhekî komînal dimeşînin ew bi xwe dixwazin kar bikin bi me re. Niha li vir komîteyên me hene, di hemû komîteyên me de jinên ji neteweya Ereb hene. Xebatê didin meşandin bi riya Felsefeya Rêber Apo re bûn xwedî îrade, ew bi xwe dibêjin bi saya felsefeya Rêber Apo gihîştine vê astê. Armanca me bi vekirina vê derê ew e ku jin ji wê zihniyeta baviksalarî, koletî û sîstema eşîrî rizgar bibin. Ew urf û edetên paşverû, di nav wan de werin guhertin pirsgirêkên wan werin çareserkirin bi rengekî rêxistinkirî.”  

‘Yên bi awayê herî baş civakê bi rêve dibin jin in’

Yasmîn Îsa bang li hemû jinan kir ku xwedî hêz û îrade bin û koletiyê qebûl nekin û wiha bi dawî kir: “Banga min ji bo jinan ew e ku bêdeng nebin koletiyê qebûl nekin kar û xebtên xwe bidin meşandin ji ber ku yên civakê bi rê ve dibin jin in. Divê xwedî hez û îrade bin li axa xwe û welatê xwe xwedî derkevin heta dawiyê têbikoşin. Em ê jî weke mala jin pirsgirêkên her jinê heta ku ji me were bi rengekî rêxistinkirî çareser bikin û xwedî li hemû jinan derkevin ne tenê li jinên Ereb, ji bo Kurd, Suryan, Ermen û Êzidî em ê cihê baweriyê bin.”