Makbûle Ozer a 81 salî dibe ku careke din bikeve girtîgehê!

Makbûle Ozer a 81 salî ku ji ber temenê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe cezayê wê salek hat taloqkirin û hat berdan, bi rapora ATK'ê ya "Nikare di girtîgehê de bimîne” jî dibe ku careke din bikeve girtîgehê.

Navenda Nûçeyan- Makbûle Ozer a 81 salî ku li navçeya Artemêtana Wanê dijiya, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Piştî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya “Nikare di girtîgehê de bimîne”, cezayê Makbûle Ozer salekê hatibû taloqkirin. Makbûle Ozer, ji ber rapora nû ya ATK’ê piştî salek der barê wê de amade kir, bi gefa ji nû ve ketina girtîgehê re rû bi rû ye.

Par rapora ‘Nikare di girtîgehê de bimîne’ hatibû dayîn

3’emîn Lijneya Îhtîsasê ya ATK’ê ku beriya niha rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” dabû, salek piştre tevî ku temen û nexweşiyên Ozer zêde bûne jî rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” da. Di rapora ewil a di 5’ê îlona 2022’yan de ATK’ê ji bo Makbûle Ozer gotibû ku ji ber senîlîteyê û nexweşiyên kronîk, nikare di girtîgehê de bi tena serê xwe bijî.

Hat îdiakirin ku dikare di şert û mercên girtîgeha tîpa R de bimîne

Di rapora herî dawî ya der barê Makbule Ozer de di 11'ê Mijdarê de hat amadekirin, vê care jî ev biryar hat dayîn: "Li gorî belge û qeydên heyî, guncav e ku di şert û mercên Girtîgeha Tîpa R (rehabîlîtasyonê) de bimîne û piştî 3 mehan dema ku muayeneya wê were kirin û rewşa dê dîsa were nirxandin.

Di bin rapora dawî ya der barê Makbule Ozer de îmzeya 5 endamên 3’yemîn Lijneya Îhtîsasê ya ATK’ê yên rapora ewil îmze kiribûn hene. Tevî ku temen û nexweşiyên Makbule Ozer zêde bûne jî ATK’ê biryareke wiha da û vê jî rê li ber gumanan vekir.