Makbûle Ozer a 81 salî car din hate girtin

Makbûle Ozer a 81 salî ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ji aliyê Saziya Tipa Edlî ve di sala 2022'an de hate berdan, careke din hate girtin.

Navenda Nûçeyan – Makbule Ozer a 81 salî ku di 9'ê Gulana 2022'yan de li navçeya Artemêtê ya Wanê bi hinceta “Alîkariya rêxistinê kiriye” 2 sal û mehek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û hatibû girtin.  Di 7'ê Îlona 2022'yan de piştî ku cezayê wê hatibû taloqkirin hatibû berdan. Makbule Ozer piştî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya dibêje ‘dikare li girtîgehê bimîne’ carek din hat girtin.

Makbule Ozer a diçû Edliya Wanê li vê derê hat binçavkirin. Paşê Makbule Ozer şandin girtîgehê.