Mahbuba Seraj a Afganî: Tevî wêneyê tarî jî hêvî heye
Seroka Tora Jinên Afganî Mahbuba Seraj ku piştî jiyana li xerîbiyê vegeriya Afganistanê, tevî zilma Talîbanê biryar da ku li welatê xwe bimîne, diyar kir ku jinên Afganî ji dîrokê heta îro xwedî kevneşopiyek têkoşînê ne û ev kevneşopiya têkoşînê îro jî berdewam dike, tevî wêneyê tarî jî hêvî heye.
BIHARAN LEHIB
Kabîl - Aktîvîsta Afganî Mahbuba Seraj ku gelek salên xwe li xerîbiyê derbas kiriye, tenê yek ji wan jinên rewşênbir e. Seroka Tora Jinên Afganî Mahbuba Seraj, di sala 1978’an de welatê xwe terikand û li sirgûnê dest bi jiyanê kir, di heman demê de bi nasnameya xwe wekî rojnamevan û parêzvana mafên jinan, endama Koalîsyona Jinên Afganî ya li Dijî Gendeliyê tê nasîn. Hê jî Dengê Mahbuba Seraja ku xîtabî hemû welatên ku çavên xwe li ber belavbûna Talîbanê girtibûn kir di guhên me de ye. Mahbuba Seraj a ku seroka Tora Jinên Afganî ye, ji hêla hin derdoran ve di nav 100 kesên herî bi bandor ên sala 2021’ê de cihê xwe girt. Mahbuba Seraja hê jî bi awayekî aktîf ji bo têkoşîna mafên jinên Afganî dixebite, ji ajansa me re axivî.
Tevî Talîbanê vegeriya welatê xwe
Mahbuba Seraj, bi bîr xist piştî salên xwe li xerîbiyê derbas kir tevî ku Talîbanê dest danî ser tevahiya rêvebiriyê, ji bo ku di warê mafên jinan û mafên mirovan de lêkolîn û têkoşînê bike biryar da ku vegere Afganistanê wiha got; “Dibe ku ji ber min rastî got û biryar da ku li Afganistanê bixebitim û bijîm ez di nav 100 kesan de hatim hilbijartin.”
“Jin ji jiyana kar tên dûrxistin”
Mahbuba Seraj ku bi gotina "Çima ez nikarim wek jinekê biçim dibistanê" dest bi axaftina xwe kir, wiha pirsî "Çima jin nikarin biçin zanîngehê? Çima jin nikarin bixebitin?" Mahbuba Seraj got ku bi dehan jinên hevjînên xwe ji ber pevçûnên li Afganistanê winda kirine ji bo jiyana xwe bidomînin dixebitin û ev nikare were paşguhkirin. Mahbuba Seraj bal kişand ku li Afganîstanê hewl tê dayîn ku jin ji jiyana kar bên dûrxistin û wiha got; "Jin li wezaret, şaredarî, rêveberiyên herêmî û di rojnamegeriyê de cih nagirin. Jinên ku dikarin bi awayekî profesyonel birînên civakê bipêçin tên dûrxistin. Ji bo ku jinên Afganî kar bikin û pêbaweriya xwe winda nekin divê em bi hev re biaxivin.”
“Jin pêşerojê dibînin”
Mahbuba Seraj got ku wêneyek tarî li holê heye lê ew difikire ku rojên em tê de derbas dibin geş û tijî hêvî ne û axaftina xwe wiha domand; “Em jinên Afganî zehmetiyên mezin dikşînin û me gelek êş kişandin. Talîban niha difikire ku ew dikare jinan ji civak, hilberîn û ramanê dûr bixe. Jin pêşeroja Afganistanê dibînin û tenê jin dikarin wê ava bikin. Ez jî pêşeroja Afganistanê dibînim. Ji ber vê yekê ez dixwazim bi jinên Afganî re li Afganistanê bimînim."
“Kevneşopiya têkoşînê didome”
Mahbuba Seraj destnîşan kir ku jinên Afganî bi neheqiyên mezin re rû bi rû mane, lê ew heta nefesa xwe ya dawî têkoşiyane û ev kevneşopiya têkoşînê niha jî didome û axaftina xwe bi silavkirina hemû jinên Afganî bi dawî kir.
https://www.youtube.com/watch?v=vCf7QqmvyR4&t=23s