'Mafê zarokan ên mal, tenduristî, perwerde û lîstikê hatin binpêkirin'

Komeleya Pêşî Zarok, di rapora xwe ya li ser Semsûrê ku yek ji bajarên herî zêde di erdheja 6'ê Sibatê de zirar dîtibû, diyar kir ku mafên zarokan ên mal, tenduristî, perwerde û lîstikê hatine binpêkirin.

Semsûr - Li bajarê Semsûrê ku yek ji bajarên erdheja 6’ê Sibatê bandoreke giran lê kiriye, ji aliyê Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî ve bi hevkariya Komeleya Pêşî Zarok û Sivil Dûşûnê, di navbera 12-19’ê Tebaxê de bi sernavê “Lêkolîna Navendî ya Şopandin û Raporkirina Binpêkirina Mafên Zarokan a Semsûrê", di çarçoveya xebatên fîzîbîlîte de, li ser binpêkirinên ku ji aliyê zarokan ve tên jiyîn hat weşandin.

Rapora amadekirî li ser malpera komeleyê hat weşandin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku zarok di bin sernavên bingehîn ên mafê perwerdehî, tenduristî, stargeh, xwarin û lîstikê de rastî binpêkirinên giran hatine, di nava 3 mehan de, hat diyarkirin ku berpirsyaran tedbîrên pêwîst negirtine. Tu destwerdan û pilanek piştgirî ku balê dikişîne ser zarok û hewcedariyên wan di her qonaxên erdhejê de li hember hemû metirsiyan tune bû.

Hat diyarkirin ku di çarçoveya xebatên amadekirina raporê de bi 215 malbat û zarokên wan ên li gund/gûndewarê Semsûrê re der barê kêmasî, pêwîstî û binpêkirina mafan de zarokên wan di erdhejê û piştî erdhejê de rû bi rû mane re hevdîtin hatiye kirin.

'Em ê gerandina rêya çareseriyan bidomînin'

Di raporê de hat diyarkirin ku kêmasiyên cidî yên di gihandina şert û mercên jiyanê yên mirovî de hatine tespîtkirin û encam wiha hatine rêzkirin:

“* Li gundên Semsûrê rêjeya xwendin û nivîsandinê pir kêm e. Tê dîtin ku bi qasî 2/3 ê koma lêkolînê xwedî asta perwerdehiyê li jêr dibistana amadeyî ye. Ev rewş nîşan dide ku mafê perwerdehiya zarokên di bin 18 saliyê de bi hincetên cuda hatiye binpêkirin.

* Tê dîtin ku bi giştî ji sedî 70,7 ê koma lêkolînê nikarin bibin xwedî sîgorte.

* Yek ji xebatên herî girîng ên ku divê ji bo kesên li herêma erdhejê dijîn bê kirin, piştgiriya Psîko-Sosyal e. Mixabin, ji sedî 97,7 ê koma lêkolînê diyar kir ku ew nikarin xwe bigihînin vê xizmetê.

* Mafê starbûnê, mafê zarokan ê perwerdehiyê, mafê tenduristiyê, xwarin û lîstikê hatiye binpêkirin.

* Ji bo pirsa; Xwendekarên ku nikarin biçin dibistanê hene?  Ji sedî 62,8 bersiva Erê, ji sedî 22,3 bersiva Na, ji sedî 14,9 jî bersiva " Xwendekar nîne" dan.

* Piştî erdhejê derfeta we çêbû ku hûn piştgiriya Psîko-Sosyal bistînin? Pirs hat kirin. Li gorî vê yekê, kesên hevpeyvîn; “Ji sedî 2,3 bersiva Erê û ji sedî 97,7 jî bersiva Na dan”

Di encamnameya raporê de hat destnîşankirin ku karesata ku ji ber erdhejê çêbûye dê li ber çavan bê girtin û çareserî bê dîtin.