Mafê hilbijartinê ye Abdullah Zeydan li ser ‘telîmata’ Wezarata Dadê hat betalkirin

DEM Partiyê ragihand ku ji bo xelasbûna mesaiyê 5 deqe mabûn ku li ser îtîraza Wezareta Dadê mafê qedexeyê yê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat betalkirin. Partiyê got: “Tavilê dev ji vê biryara xwe ya xelet berdin.”

Navenda Nûçeyan- Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Partiya me di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de serkeftineke mezin bi dest xist. Gelê Wanê Şaredariya Bajarê Mezin jî di nav de, 14 şaredariyên li Wanê bi dest xist û di Meclîsa Giştî ya Bajêr de jî bi ferqeke pir mezin bûye partiya yekemîn. Gel Wanê îradeya xwe bi awayekî xurt û eşkere diyar kir. Ev îradeya xurt her wiha ji rejîma qeyûman re jî bersiveke xurt e.

“Weke tê zanîn; Hevşaredarê me yê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hemû prosedurên qanûnî bi cih anîn û serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind da û namzetbûna wî ji aliyê YSK'ê ve hate erêkirin. Zeydan bi piştgiriyeke mezin a gelê Wanê hate hilbijartin.

Lê belê di 29’ê Adara 2024’an de roja Înê pênc deqeyan beriya bidawîbûna mesaiyê û du rojan beriya hilbijartinan, Wezareta Dadê bi biryar û nameyeke îdarî li dijî mafên qedexekirî yên Zeydan ku di sala 2022’yan de hemû mafên xwe bi dest xist û ji hemû kontrolên qanûnî derbas bûn, îtîraz kir. Serdozgeriya rayedar li ser vê nîvîsa îtîraza îdarî ku weke talîmatekê ye, dubare serî li dadgehê da ku hemam dadgehê biryara dayîna mafên qedexekirî dabû. Dadgehê di heman rojê de biryara dayîna mafên qedexekirî betal kir û daxwaza mafên qedexekirî red kir. Bêyî ku biryar teqez bibe, yanî mafê temyîz û îtirazê were bikaranîn, yekser mijar ji YSK’ê re hate veguhestin.

Heman dadgehê ku wê biryara dayîna mafên qedexekirî yên Hevşaredarê me Abdullah Zeydan daye, biryara xwe binpê kir. Ev yek kiryareke tunehesibandina îradeya gel e.

Abdullah Zeydan Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê ye. Em bang li her kesî dikin ku rêzê li vê rastiyê bigirin.

Rêgeza herî sereke ya demokrasiyê, rêzgirtina îradeya gel e. Em bang li desthilatdariyê dikin ku rêzê li îradeya gel bigire!

Em hişyariyê didin kesên ku hewl didin îradeya gelê me desteser bikin!”