Mafê dermankirinê ya Zeynep Celaliyan tê astengkirin

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ku li girtîgeha Yezdê girtî ye, tevî ku rewşa tendirustiya wê ya nebaş hîna jî ji mafê dermankirinê û serdana malbata xwe bêpar e.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku ev 17 sal in li Îranê girtî ye û bi cezayê heta hetayî hatiye mehkûmkirin, li girtîgeha Yezdê di tecrîteke tund de dijî. Ji aliyê dewleta Îranê ve tevî ku rewşa tendirustiya wê ya nebaş hîna jî Zeynep Celaliyan ji mafê dermankirinê û serdana malbata xwe bêpar e.

Poşmantî lê hatibû ferzkirin

Di dawiya meha Hezîranê de, tîmeke lêkolînê ya Wezareta Îtilaatê du caran li ofîsa ewlehiyê ya Girtîgeha Navendî ya Yezdê bi Zeyneb Celaliyan re hevdîtin pêk anîn û jê xwestin ku “poşmannameya” ku ji aliyê Wezareta Îtilaatê ve hatiye amadekirin, îmze bike. Wezareta Îstixbaratê got, “Eger Zeyneb Celaliyan belgeyê îmze bike, dikare were dermankirin û heta ji bo serbestberdana bi şert jî lêpirsîn were vekirin.”