Lubna Necîb: Di karên gelek zehmet de parastina kedkaran nîne
Lubna Necîb karîbû cihê xwe di qadên ku tenê ji mêran re sînordar kiribûn bigire. Ew yekem nobedarê jin ê ewlehiya taybet li Mexiribê ye û ji bo parastina mafê kedkarên jin sazî û pîşeyên giştî avakir.
HENAN HERÊT
Mexirib - Ev bû 18 sal Lubna Necîb wek nobedara ewlehiya taybet kar dike. Di pîşeya xwe de gelek astengî dîtin. Luna dibêje “Min şerek dijwar li dijî zihniyeta baviksalarî ku hebûna jinê qebûl nedikir, meşand” Zextên civakê ji Lubna re teşwîqek bû ku beşdarî sendîkaya pîşeyê bibe. Di sala 2018’an de komeleya xwe ji bo parastina mafê miliyonek û 200 hezar nobedarên mêr û jin ya ewlehiya taybet û parastina mafê kedkaran di saziyên giştî de kar dikin, vekir.
‘Zêdeyî seatên qanûnî kar dikin’
Lubna Necîb di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser astnegî û zehmetiyên ku rûbi rû ditît heya ku gihîşt armanca xwe û got: “Ev komele ji bo ragihandina êş û azarên kedkaran ji cihên peywendîdar re û îstismarkirina wan ji hêla hêzên desthiladar ve eşkere bike, hate vekirin. Ji ber ev gruba xebatkaran ne xwediyê mûçeyên têrker in û mafê wan yên karkirinê jî nayê parastin. Kedkarên ku di warê amadekirina xwerin û paqijiyê li nexweşxane û saziyên giştî de dixebitin, bi îstismarkirin û şert û mercên dijwar ên kar re rûbirû dimînin. Tevî ku ew saetên dirêj kar dikin lê mûçeyên wan gelek kêm in. Ew zêdeyî 8 seatên qanûnî ya ku di hejmara 184’an ya di yasaya kedê ya Mexribê de hatiye diyarkirin, dixebitin û tu sûdê ji zêdebûna mûçeyan jî nabînin.”
‘Kedkarên qada hikumetê herî zêde tên îstîsmarkirin’
Lubna Necîb di nava gotinên xwe de behsa êşên ku kedkar di jiyana kar de dibînin û wiha axivî: “Grubên ku di qada hikumetê de kar dikin herî zêde rastî îstismarkirinê tên. Her wiha carnan dihêlin kedkar derveyî karên xwe bixebitin wek paqijkirina malên rêveberên xwe û eger kedkar qebûl nekin bêyî parastina qanûnî ji kar tên avêtin. Lê mixabin pargîdaniyên kargêr rola navbeynkariyê dilîzin û hemû binpêkirinên ku vê kategoriya karkeran pê re rûbirû ne, vedişêrin. Piranî karkerên jin ne xwendewar û di mafê xwe de ne zane ne, ji ber vê yekê êşên wan kûrtir dibe. Berpirsyariya hikumetê di dabînkirina mafên bingehîn ên vê komê, yên ku bi şert û mercên dijwar re rûbirû bêyî destwerdanek rastîn ji bo serarastkirina karên wan, xuya dibe.”
‘Divê mafê kedkaran bê parastin’
Lubna Necîb daxwaz kir ku ji hêla saziyên eleqedar ve rewşa kedkaran berçav derbas bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev gruba karkeran piştgirî ji tu cihên eleqedar nagirin. Hin ji wan hene ku zêdeyî 5 mehan bê mûçe dixebitin. Em wek nobedaran jî zêdeyî 12 saetan kar dikin ev jî li dijî qanûnên karkirinê ye. Rewşa şeşdarbûna jinan ji qada nobedariya ewlehiya taybet re di van demên dawî gelek zêde bûn. Îro jin di hemû qadên civakî de cihê xwe digire û hebûna xwe îsbat dike. Lê pêdîvî heye ku ev qad carek din ji aliyê saziyên eleqedar ve berçav bê derbaskirin ji ber kedkar di karê xwe de zehmetiyên dijwar dibînin û tu kes parastina mafê wan nakin.”