Loujain Alhatloul a ku bû dengê jinên Siûdî xelat girt
Loujain Alhatloul a ku bû dengê jinên Siûdî xelat girt
Aktivîsta mafên jinan a Erebistana Siûdî Loujain Alhatloul, ji hêla Meclisa Parlamentoya Konseya Ewropayê ve xelata Vaclav Havel a mafên mirovan girt.
Navenda Nûçeyan - Aktivîsta mafên jinan a Erebistana Siûdî Lina Alhathloul ji hêla Meclisa Parlamentoya Konseya Ewropa (PACE) ve hat xelatkirin. Loujain ku bi Xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havel hat xelatkirin, li dijî zagona qedexekirina mafên jinan a ajotina seyareyê ya li Erebistana Siûdî derketibû.
Aktivîsta mafên jinan û mafên mirovan Loujain Alhathloul, li dijî qedekirina ajotina jinan a seyareyê derket. Loujain Alhathloul jî ji ber ku parêzvana mafan bû 3 sal di girtîgehê de ma û rastî îşkenceyên giran hat. Wekî din, Loujain Alhathloul ji hêla qanûnên Erebistana Siûdî ve di bin navê "zagona têkoşîna bi terore re’ di Kanûna 2020’an de hat tawanbarkirin û 5 sal û 8 meh cezaya zindan lê hat birîn.
Xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havel ji 2013’an û vir ve her sal ji bo kes, an rêxistinên ku di warê parêzvaniya mafên mirovan de xebitîne tê pêşkêşkirin.