Lîstokvana Tûnisî Dalenda Abdou jiyana xwe dest da

Lîstikvana şano û fîlmê ya Tûnisî Dalenda Abdou ku bi salan e bi nexweşiyê re têdikoşiya jiyana xwe dest da.

Navenda Nûçeyan - Li gorî daxuyaniya Wezareta Çandê ya Tûnisê, hunermenda Tûnisî Dalenda Abdou a 92 sali ya ku yek jî navê xwe di navên jêneger ên dikê yên Tûnisê de nivîsandiye duh jiyana xwe dest da.
Hunermenda ku navê  wê yê rast  Khraira Al- Arabî ye lê li ser dikê navê Dalenda Abdou bi kar tîne, gelek karakter da jiyîn û di nava lîstikvaniya karakterê televîzyon û şanoyê de navê xwe nivîsand. Hunermenda hoste bi taybetî performansa xwe ya di beşa komediyê de rûyê Tûnisiyan her tim daye kenandin.