Lîstikvana şano û fîlman Sarîna Rezzagh Marandî koça dawî kir

Lîstikvana şano û fîlman û plansaza bernameyan Sarîna Rezzagh Marandî ya 52 salî, duh ango roja 2’ê Kanûnê koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan- Sarîna Rezzagh Marandî ya di sala 1373’an de ji dayik bû, mîna lîstikvana şano û fîlman, asîstan û plansazkera bernameyan dixebitî, 2’yê Kanûnê koça dawî kir.

Sarîna Rezzagh Marandî bi lîstokên mîna “Marge Moosh" (Jehra Mişk), "Çîkolata-i Ferangî" (Çîkolataya Biyanî), "Sântimetr" (Santîmetre) û "Taraqob" (Bendewarî) derket dikê şanoyê û mîna di çêkirina şano û sînemayê de mîna asîstan erk girt.

Sarîna Rezzagh Marandî, Festîvala Şanoya Eyaleta Tehranê û Festîvala Şanoya Zarok û Ciwanan a Navneteweyî jî di nav de di gelek festîvalan de, di beşên lîstikvanî, derhênerî û nivîsandina şanoyan de xelat girtibû.