Lîstikvan û derhênerê Îranî di malên xwe de hatin qetilkirin

Lîstikvana îranî Vahîde Mihemedîfer û hevjînê wê derhêner Dariûş Mehrcûyî di mala xwe de bi îşkence û qetilkirin hatin dîtin.

Navenda Nûçeyan- Duh danê êvarê li bajarê Kerec ê Îranê, li ser agahiya cîranan polîs çûne mala derhênerê Îranî Dariûş Mehrcuyî û hevjîna wî lîstikvan Wehîde Mihemedîfer. Polîsan rastî îşkence û qetilkirina cenazeyên Dariûş Mehrcûyî û Vahîde Mihemedîfer hatin.

Polîsê Îranê der barê qetilkirina derhêner û lîstikvan de ev daxuyanî da: “Ev bûyer ji aliyê kesekî yan kesên nenas ve bi sedemeke nediyar pêk hatiye û heta niha jî sedema kuştinê nediyare. "Belge nîşan didin ku ev qetilkirin di encama birînên li stû û endamên laş ên bi çekên sar de pêk hatiye."

Fîlmên derhêner Dariush Mehrcoui yên bi navê Çêlek, Çerxa Mîna, Kirêdar, Hamûn, Leyla, Dara Hirçiyê, Sentur Lîstik, Laminur li cîhanê navdar bûn. Lîstikvan Vahîde Mihemedîfer jî di gelek fîlman de cih girtiye.