Lîstikvan û derhênaran serdana malbatên rojnamegerên girtî kirin
Li Îranê lîstikvan û derhêneran, serdana hevgirtina malbatên rojnamevanên girtî Elaha Mihemedî û Nîlufer Hamedî kirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/04/20230412-20230412-20230411-photo-2023-04-11-19-32-06-jpg80e09a-image-jpg651d80-image-jpgf18a61-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Hevgirtina bi rojnamevan Elaha Mihemedî û Nîlufer Hamedî ku bi hinceta piştgirî dayîna serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê û bi nûçeyên çêkirine re avakirina raya giştî hatin girtin, berdewam dike.
Komek ji lîstikvan û derhêneran pêkte, serdana malbata Elaha Mihemedî û Nîlufer Hamedî kirin. Di serdanê de Rakhshan Banî Etemad, Fatemeh Arya, Mîna Akbarî, Mihemed Rasûlof, Jafar Panahî, Amir Taftanî û Mojtaba Mîrthamasab cih girtin.
Lîstikvanên ku beriya niha serdana malbatên gelek hunermend, rojnameger û welatiyên ku dema serhildanê hatibûn girtin kirin, peyama ku dê bi hevgirtinê serhildanan bigihijîn serkeftinê dan.