Lîstikvan Narges Serdarî hat binçavkirin

Nivîskara lîstikan û lîstikvan Narges Serdarî ku li Tahranê dijî, li gel zaroka xwe ya 3 salî hat binçavkirin. Narges Sardarî hat girtin, keça wê Afra piştî bi saetan radestî bavê wê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Serhildana bi navê “Jin Jiyan Azadî” ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve dest pê kir û berdewam dike, di nava hefteyekê de zêdetirî 15 jinên ku beşdarî serhildanê bûne di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û girtin.

Yek ji jinên ku hat binçavkirin û girtin nivîskara lîstikan û lîstikvan Narges Serdarî ku li Tahranê dijî ye. Narges Sardarî di dema serdigirtina mala wê de li gel zaroka xwe Afraya 3 salî hat binçavkirin. Hat zanîn ku keça wê piştî bi saetan hate berdan.

Telefona wê jî bi xwe re birin

Narges Serdarî beriya demekê li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê girtina hevjînê xwe de wiha gotibû: “Piştî girtina Mehdî du hefteyan li mala min geriyan û telefona min girtin. Keça min Afra gelek xemgîn e û tu wêne û dîmenê hevjînê min ku ez nîşanî keça xwe bidim û aram bikim nîn e.”

Mehdî Etemad Saeed di 9’ê Hezîranê de li parka Laleh ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî êrîşê hatibû û hatibû binçavkirin. Mehdî Etemad Saeed ku di zanîngeha Teknolojiya Sharif beşa Bîrkarî xwend dereceya lîsansê û di zanîngeha hunerê de xwedî dereceya lîsansê ye, di şirketek taybet de dixebitî.