Lîstikvan Hind Sabrî ji Balyozê Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî derket

Lîstikvana Tûnisî Hind Sabrî ragihand ku wê ji bo protestokirina li dijî gelên li Xezayê dijîn weke ‘çeka şer bikar anîna birçîbûn’ji wezîfeya xwe ya Balyozê Niyeta Baş a Bernameya Xwarinê Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî îstifa kiriye.

Navenda Nûçeyan – Lîstikvana Tûnisî Hind Sabrî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal têkildarî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê daxuyanî da. Hind Sabrî got: “Piştî 13 salan ji xebata mirovî li seranserê cîhanê, min dest ji karê xwe di Bernameya Xwarinê ya Cîhanî de berda. Bi xemgîniya kûr ez radigihînim ku ez ji Balyozê Niyeta Baş li Neteweyên Yekbûyî (NY) derketim.”

'Birçîbûn weke çeka şer hate bikaranîn'

Hind Sabrî di berdewamiya axaftina xwe de got ku wê bi îstifakirina xwe bi xurtî dengê xwe bigihîne rayedarên Bernameya Xwarinê ya Cîhanê û wiha got:

“Me bi hevalên xwe re ji bo zarokên Xezayê banga lezgîn a alîkariyê kir, ji ber ku em berê bi serkeftî xebitîne. Em daxwaz dikin ku Bernameya Xwarinê ya Cîhanî hêza xwe bikar bîne da ku agirbestek mirovî li Zîvala Xezayê misoger bike û nehêle ku birçîbûn wekî çekek şer were bikar anîn.

Di hefteyên borî de, min bi hevkarên xwe yên dilsoz ên Bernameya Xwarinê ya Cîhanî Min parve kir ku em ji neçarî nekarîn alîkariya ku em her tim didin zarokan li hember zarokên Xezayê bi tevahî bi cih bînin. Lê belê di van 46 rojên dawî de birçîbûn û dorpêçkirin li Xezayê li dijî zêdetirî 2 mîlyon sivîlan weke çek hatin bikaranîn. Dayik, bav û kal û pîrên li Xezayê nikarin li hemberî seyareyên pelixîner a şer mezin tiştekî bikin. Kes rehmê li sivîlên di nava mirinê de nakê.”

Lîstikvana Tûnisî ya 44 salî Hind Sabrî ku li Misirê karê xwe didomîne, heta niha di zêdetirî 30 fîlm û bi dehan rêzefîlman de cih girtiye.