“Listikên hilbijartinê bewerdewamiya peymana ser Şengalê ne”
Hevseroka Partiya Azadî û Demokratik ya Êzidiyan Zehra Silêman diyar kir ku ev hilbijartin ji bo tevahî Hukumeta Iraqê û bi taybet ji bo civaka Êzidî xwedî giringiyeke mezin bû, lê encam li gor giringiya wê ne hat dîtin.
EVÎN ZENDA
Şengal- Li seranserî Iraqê hilbijartinên pêşwext di 10’ê Cotmehê de hat li darxistin, rêjeya dengdanê li Iraqê bi giştî ji sedan 41 bû. Li Şengalê jî rêjeyek gelek kêm bajdarî dengdanê bûn. Li gora encamên li Şengalê mafê 83 hezar kesan hebû dengê xwe bi karbîne tenê 13 hezar deng hatin hejmartin. Hevseroka Partiya Azadî û Demokratik ya Êzidiyan (PADÊ) Zehra Silêman di derbarê encamên Hilbijartinên Pêşwext ên Parlementoya Iraqê yên di 10’ê Cotmehê de hatin li darxistin de nirxandin kir.
Zehra Silêman di derbarê giringiya hilbijartinan de got: “Ev hilbijartin ji bo tevahî gelê Iraqê gelek giring bû ji ber pêdiviyên civakê bi nubunekê hebû. Çar sal li ser hilbijartinên sala 2018’an re derbaz bû, ji xwe tê zanîn di nava Bexdayê de zelaliyek çênebû û hemû aliyên civakê di nava zor û zehmetiyê dene. Ji bo wê ewqas xwe pêşandanên gel çêdibû gel li mafên xwe digeriyan lê mafên wan nehate dayîn.” Zehra diyar kir ku wan weke civaka Êzidî li ser axa Iraqê fermanek jiyan kir û her kesê pişta xwe da vê civakê, tevahî sazî û dezgehên mafê mirovan tevahî cîhanê çavê xwe ji fermanê re girtin.
“Pêşî li vîna gel girtin”
Zehra Silêman bi bîr xist ku piştî fermanê armanca yekane ya civaka Êzidî ew bû ku di bin sêwana vîna civaka Êzidî de xwe ji nuve ava bikin û wiha domand: “Weke civaka Êzidî piştî fermanê dema me ev korîtiya cîhanê dît me xwe bi xwe birînên xwe derman kirin. Ji bo Parastin, perwerede tendirustî û hema bêje hemû pêdiviyên civakê, civak xwe bi xwe bi erka xwe rabûn û ji tu hêzê daxazên me çênebûn. Ji bo avakirina Şengalê ji bo vegera penaberan kar û xebatên giring hatin kirin û ji bo jiyanek nû Rêveberiya Xweser ya Şengalê hate avakirin.”
Zehra Silêman da diyar kirin ku ji bo hilbijartinê wan hewildane bi namzetek rast têkevin hilbijartinan û wiha berdewam kir: “Namzetek ji tevahî bawerî û civakên li ser vê axê re rêz nîşan dide me hewil dida hilbijêrin. Armanc ewbû ku her kes li ser vê axê bi awayeke demokratik bijîn. Ji bo di çarçoveya huquqa civakî de li parlementeriya Iraqê mafên xwe bixaze û ji civakê re kar û xebat bide meşandin ev nêrîn giring bû. Le belê bi gendeliyan ne hêlan civaka Êzidî namzetê ku bi vîna xwe dayî diyar kirin bişînin parlementoyê.”
Hevseroka Partiya Azadî û Demokratik ya Êzidiyan Zehra Silêman listikên kû di hilbijartinên Parlementoya Iraqê hatîn kirin ji pilan û listikên ji sala 2014’an û heya roja îro ji hev cuda nagire dest û wiha got: “Em listokên ku di Hilbijartinên 10’ê mehê de hatîn kirin ji listikên 2014’ê heya roja îro tên kirin yên ser bawerî û coxrafya xwe ji hev cuda dest nagirin. Ew dixazin ji civaka me re bêjin ku hun nikarin ser vê axê bijîn na ger em bijîn jî dixwazin ku em weke berê koleyên herkesêbin bê vîn û bê tekoşîn bin. Ew aqilyet bûn sedema kû ferman li ser civaka me rabe.”
“Li Şengalê qasî karîn listik kirin”
Hevseroka Partiya Azadî û Demokratik ya Êzidiyan Zehra Silêman di derbarê Listikên ku di Hilbijartinên parlementoya Iraqê yên ku di 10’ê mehê de li Şengalê hatî kirin wiha got: “Di 10’ê Cotmehê de gelek neheqî li gel hate kirin. Mînak li herdeverê di demjimêr 7: 00 de despêkir lê li Şengalê di demjimêr 8:00’an de deng dan dan despêkirin. Ev giringe ji ber di demjimêr 6:00 de çi jî bibe deng dan diqede çima ew hişyarî ji bo despê kirinê jî nehate kirin, Her wiha hema hema li tevahî Gund û navçeyên Şengalê gelek cihazên deng danê dabûn rawestandin dibin navê patriyê wan nîne yan jî xerabene. Mijara din ya balkêş jî ew ku nasnameyên ku ji bo hilbijartinê yên di sala 2018’an hatî çêkirin roxmê ku şopê deh tiliyan lê hene lê dema kes bê kêmanî çûba ser di gotin şopên tiliyên te naxwîne. Her wiha gel ji gundekê diçûn gundên din minak navê kesê diçe sindoqê li gundê borik derketiye ew kes diçe ser sindoqê dibê navê te li vir nîne ew jî wiha vale diçûn. Gelek kesên Êzidî navê wan li gundên Rebia gundên din yên Ereban de derketibûn kesên herî zêde ji xwe piştrast diçûn bi hencetên cuda cuda dengên wan dişewitandin. Bi kûrtî Heya karîn listikên xwe li Şengalê cardin dubare kirin.”
“Tu hêz qasî hêza gel mezin nîne”
Zehra di derbarê beramberî tevahî Listik û pilanên heyî biryar dariya partî û Dezgehên Şengalê û sekna gel de wiha dibêje: “Weke encam em dikarin bêjin tevahî listikên wan ew bû ku pilanên xwe yên kû ev 7 sale li ser vê civakê nikarin bidin meşadin dixazin bi vî awayî bidin meşandin. Lê em weke Partiya Azadî û Demokratik ya Êzidî yan, Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî û her wiha weke Meclisa Rêveberiya Xweser ya Şengalê emê dev ji vê tekoşînê bernedin. Serkeftin ya meye ji ber gelê me li gel meye. Tu hêz weke hêza gel bi hêz nîne em biçin yan jî neçin em dest ji daxazên gelê xwe bernadin. Emê heta ku li ser vê axê mafên xwe negirin em gav pajde navêjin. Bi her cureyê dujin êrişê vina gel dike lê emê xwedî li Şehîdên xwe derkevin. Xwedî li keda wan derbikevin.”
Hevseroka Partiya Azadî û Demokratik ya Êzidî Zehra Silêman di dawiyan gotinên xwe de zextên kû PDK’ê ji bo dengdanê li gelê Êzidî yên ku Kampên Başurê Kurdistanê dijî bibîrxist û bi van gotinan bangawazî li gelê kampan kir: “Weke her carê me vêcarê jî di van hilbijartinan de listikên ser civaka xwe, me cardin ruyê PDK’ê yê rast dît. Divê gel van listik û gefan nepejirînin û kêliyek berî kêliyekê ji bo em bikaribin li bermberî tevahî listikan bi yek dengî tekoşîn bikin û ji bo em xwedî li vîna xwe derkevin vegerin ser axa xwe.”