Lînda Thomas Greenfîeld: Divê her kes li hemberî penaberan rêzdarbe

Balyoza DYE ya li Neteweyên Yekbûyî Lînda Thomas Greenfîeld derbarê êrîşên li ser kampa penaberan a Mexmûrê got: “Ev tê wateya binpêkirina qaîdeyên hiqûqî yên navneteweyî û mirovî. Ji ber van êrîşan ez gelekî bi fikar im.”

Navenda Nûçeyan - Balyoza DYE ya li Neteweyên Yekbûyî Lînda Thomas Greenfîeld derbarê êrîşên li ser kampa penaberan a Mexmûrê diyar kir ku ev êrîş tê wateya binpêkirina qaîdeyên hiqûqî yên navneteweyî û mirovî û got: “Ji ber van êrîşan ez gelekî bi fikar im.”
Thomas-Greenfîeld li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da û ev nirxandin par kir: “Min ji rayedarên Tirk re bi awayekî eşkere diyar kir ku êrîşên li ser sivîlên kampa penaberan tê wateya binpêkirina qaîdeyên hiqûqî yên navneteweyî û mirovî. Ji ber êrîşa çêbûyî ez bi fikar im û ez bang dikim ku bila li hemberî mafên penaberan bi hurmet bin.”