Lijneya Qanûna Çarçove cara ewil civiya:4 komîsyonên jêrîn dê bên avakirin
Civîna ewil a Lijneya Çavdêrî û Nirxandinê ya di çarçoveya "qanûna çarçove" de li Koşka Serokkomariyê pêk hat, 3 saet û nîvan dom kir. Di civînê de ji bo xurtkirina pêvajoyê biryara damezrandina 4 komîsyonên jêrîn hatin dayîn.
Navenda Nûçeyan – Lijneya Çavdêrî û Nirxandinê ku di bin sîwana "Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî" de –ku di nava raya giştî de wekî "qanûna çarçove" tê naskirin û ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li parlamentoyê hatibû pejirandin– li Enqerê cara ewil civiya.
Civîna li Koşka Serokkomariyê bi serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz re hate birêvebirin. Di civînê de Wezîrên Edaletê, Karên Derve, Karên Hundir û Parastina Neteweyî, her wiha Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê, Serokê MÎTê û Sekreterê Giştî yê MGKê amade bûn. Civîna ku bi beşdariya lûtkeya dewletê pêk hat, 3 saet û nîvan ajot û piştî xelasbûnê daxuyaniyek nivîskî ji raya giştî re hate ragihandin.
‘Qonaxeke dîrokî û nû’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Lijneya Koordînasyona Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî li ser bingeha Qanûna Hejmar 7595 hatiye avakirin. Hate diyarkirin ku ev pêvajoya dîrokî bi armanca paqijkirina welat û herêmê ji terorîzmê, bi tevahî rakirina tundî û çekan û pêşxistina atmosfereke biratiyê tê meşandin.
Her wiha hate bîrxistin ku Qanûna Hejmar 7595 di 18’ê Tebaxa 2026’an de ketiye meriyetê û ev yek binesaziya qanûnî ya pêvajoyê xurt dike. Hate destnîşankirin ku ev pêngav wê hem aştiya navxweyî xurt bike û hem jî herêmê veguherîne herêmeke aştî û ewlehiyê.
Çar jêr-komîte tên sazkirin
Di civîna ewil de xebat û hevrêzkirina sazûmaniyên dewletê di asta herî jor de hatin nirxandin û prensîbên xebatê hatin diyar kirin. Di encamê de biryar hate girtin ku ji bo xebatên bêtir armanckirî ev 4 komîsyonên jêrîn ku dê bên avakirin:
*Jêr-Komîteya Koordînasyona Karûbarên Dadwerî û Hiqûqî
*Jêr-Komîteya Çavdêrîkirin û Tesbîtkirinê
*Jêr-Komîteya Yekgirtina Civakî û Entegrasyonê
*Jêr-Komîteya Bêçekkirin û Koordînasyona Stratejîk