Lîga jinên ciwan di hefteya dûyemîn de didome

Yekemîn lîga jinên ciwan ku ji 7 tîman pêk tê, îro bi maça di navbera tîma Berxwedan û tîma Firat di hefteya dûyemîn de dest pê kir.

 
Kobanê- Lîga jinên ciwan ên Kantona Kobanê îro li lîstikgeha hevaltiya Kobanê û Nerwêcê bi maça di navbera tîma Berxwedan û tîma Firat a girêdayî Yekîtiya jinên Ciwan, dest pê kir. Di maça ku birêveçûyî de tîma berxwedan  bi 4 golan bi ser ket. Lîga jin ku di 29'ê Hezêranê de di navbera tîma  (KPC-D) û tîma Kedkaran hat lêstin. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku dê di hefteyê de sê rojan bê lîskandin roja Sêşem, Çarşem û Pêncşem û wê heye 13'ê Tebaxê bidom e. Dê di hefteya pêş de tîma Nesrîn bi KPC-D, Roşîn bi Firat û Kedkar bi Berxwedan re bileyizin. 
Lîstikvana tîma berxwedan Leyla Ehmed ev 6 sal in cihê xwe di nava tîmê de digre, bi kelecan tevlî lîstikê dibe  wiha anî ziman: "Ez îro bi kefxweşî tevlî vê lîstikê dibim, her çend civak dibêje ku şerme keçik cihê xwe di nava sporê de bigre, ez bi xwe vê yekê şerim nabînim û napejirînim. Ez hez dikim ku hemû keçik bê cihê xwe di nava van tîman de bigrin. Ya girîng di vir de ku tu bi hevalên rex xwe re jî bilizî, bihêlî ku ew jî di nava me de bi awayên hevbeş bilîze." 
Lîstikvana tîma Firat Nûrcan Elî jî wiha dibêje: "Em bi ruhê komînal bi hev re dileyizin, tu ferqê em nakin navberî herdû aliyan. Ji ber ku armanc ne serketin û binketine, armanc ku em wek jin çawa cihê xwe di nava siporê de bigrin, ev yek ji bo bedena me gelekî ba;e. Raste cara yekemîn em jin bi hev re dileyizin lê gaveke başe. Her tim di nava civakê de jin kêm tê dîtin, lê vaye jin jî fitbol dileyize. Dibêjin ku jin nazik û hesase lê berovajî wê ye. Bila em bikevin û birîndar bibin, ji ber her ketinek tecrubeyeke. Ez serkeftinê ji herdû tîman re dixwazim. Hîna temenê min 8 salbûn min cihê xwe di nava vê tîmê de girt û heya roja îro jî ez dileyizim. Bi van lîstokan me hin kevneşopiyên civakê şikandin."