Hind Al-Juraibi: Li Libyayê zagon nayên pêkanîn

Seroka rêxistina rêveberiya azadî û pêşketinê ya Libyayê Hind Al-Juraibi diyar kir ku Libyayê gelek hevpeymanên navneteweyî yên der barê mafên jinan de hene û got ku tevî wê jî zagon baş nayên bicihanîn.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bingazi – Libya yek ji welatên ku li aliyê hevpeymanên der barê mafên jinan de hene lê belê hem zagonên di hiqûqa navxweyî, hem jî bendên di hevpeymanên navneteweyî de nayên pêkanîn. Jin di têkoşîna xwe ya mafên xwe xistine meriyetê de berxwedaniyek civakî nîşan didin. Seroka rêxistina rêveberiya azadî û pêşketinê ya Libya û şêwermenda hiqûqê Hind Al-Juraibi ji ajansa me re axivî û diyar kir ku têgîna wekheviyê, beyanameya gerdûna mafên mirovan, ji bo jiholêrakirina hemû cihêkariyên li hemberî jinan hevpeyman jî di nav de lihevkirinên cuda yên navneteweyî û bi hevpeymanan xistiye temînatê.

‘Der barê mafê medenî de paşvekişandin heye’

Hind Al-Juraibi destnîşan kir ku der barê hevdîtina hemû cihêkariyên li hemberî jinan ji aliyê Libyayê ve hatiye îmzekirin û diyar kir ku der barê mijarên mîras, welayet û zewacê de der barê rêkûpêkirina mafê rewa de gumanên welat heye û bi bîr xist ku li dijî bikaranîna mafan di zagonan de israra civakî heye û wiha got: “Di demên berê de der barê vê mijarê de gelek pirsgirêk hat jiyîn. Civak rê nade azadiya jinek ku hevjînê xwe berdaye. Qanûna 12 ya dîroka 2010’an, qanûna rewşa şexsî dîroka 1984’an û guherîna benda 14 a sala 2015’an mafên jinan di welat de xist temînatê. Lê belê îtîrazek mezin a zîhniyeta mêrsalarî heye, hemû rêveberî tenê aydê mêran e û jin nikarin bibin serokê dewletê, heta civak wisa bawer dikin ku di darazê de jin nikarin cihê xwe bigrin.”

‘Jin ji bo guhertinê li ber xwe didin’

 Hind Al-Juraibi da zanîn ku li Libyayê der barê wekheviyê de gelek hevpeymanên navneteweyî hene û astengiyên li pêşberî pêkanînê kesên ku di civakê de ji vê bangê fam nakin û got: “Li Libyayê jin dema ku daxwaza mafên xwe dikin, xelet tê famkirin. Jin ji bo pêkanîna edaletê û maf û azadiyê bi dest bixin têkoşînê didin meşandin. Jin di lêgerîna guherînê de ne û ji bo vê berxwedanê dikin. Zîhniyeta mêrsalar ya li welat naxwazin jin azad bibin û hewl didin li hemberî vê astengiyan ava bikin.”

‘Wekhevî li kolanan xelet tê teyîsandin’

Hind Al-Juraibi işaret bi wê yekê kir ku li Libya wateya wekeheviyê li kolanan xelet tê teyisandin û wiha got: “Mînak dema jinek tê girtin, tundîtûjî lê tê kirin û mafê wê tê binpêkirin. Jin dixwazin weke mêran bibin xwedî mafê wekhev. Civak jinan dixwe qalibekê. Divê jin di beşên cuda yên kar de cih bigrin. Ji derveyê wê jî mînak bikaranîna wesayîdan a jinan civakê ditirsîne. Lê belê jin li hemberî hemû van nêzîkatiyan pêşxistina xwe berdewam dikin.”

‘Divê zagon çalak bin’

Hind Al-Juraibi destnîşan kir ku zagonên Libya maf daye jinan lê belê divê ev zagon bi awayek çalak were pêkanîn û got: “Jin dema ku mafên xwe bi dest nexin xwe lawaz hîs dikin. Zarokên xwe weke ku dixwazin xwedî nakin, cihêkariya li hemberî zarokan derdikeve holê. Ji ber hişmendiya civakî nayê pêkanîn zarokên keç û kur baş nayên mezinkirin. Divê bi giştî lênêrîna civakê were guhertin. Li aliyê din jin ji ber şer ji cihê xwe dibin, li dijî qeyrana aborî li ber xwe didin, di hemû şert û mercan de bi ser dikevin. Jin bi hêz in û divê rêz ji bo wan were girtin.”

 ‘Divê jin di pozîsyonên biryardanê de cih bigrin’

Mamosteya pêşxistina kesayetiyê Mona Bou Oraiqib Al-Awami bi bîr xist ku divê jin di pozîsyona biryardayînê de cihê xwe bigrin û got: “Ji ber ku jin zêdetir xwedî kêrhatî ne û bi edalet in. Lê belê jin di qadên jiyanê de tên astengkirin. Jin dixwazin di pozîsyonên biryardayînê de cih bigrin, dixwazin ji bo pêşerojê zarokên baş mezin bikin û ji bo vê yekê dixebitin.”