Li Zîvala Xezayê rojnamevanek din jî hat qetilkirin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de rojnamevan Muhammed Ebu Saade jiyana xwe ji dest da, di daxuyaniya hat dayîn de hat diyarkirin ku hejmara rojnamevanên hatin qetilkirin bû 166.

Navenda Nûçeyan- Îsraîlê ji dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha êrişên xwe yên li ser Zîvala Xezayê berdewam dike, di êrişên Îsraîlê de rojnamevanek din jî hat qetilkirin.

Ofîsa medyayê ya hikumeta li Xezayê, der barê rojnamevanên li Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrişên Îsraîlê de, rojnamevan Muhammed Ebu Saade ku di saziyên cuda yên çapemeniyê de nûçegihanî û nûçegihanê wênekêş  jiyana xwe ji dest daye. 

Di daxuyaniyê de hurgûliyên der barê qetilkirina Ebu Saade de nehatin dayîn, hat destnîşankirin ku hejmara rojnamevanên di êrîşên artêşa Îsraîlê de ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin de hatin qetilkirin, bûye 166. Di daxuyaniyê de hedefgirtina rojnamevanan di êrişên Îsraîlê de hat şermezarkirin, bang li civaka navneteweyî û rêxistinan hat kirin ku Îsraîl ji ber sûcên dike, di dadgehên navneteweyî de were darizandin, ji bo sûcên qirkirin, qetilkirin û sekvaniya li dijî rojnamevanan were rawestîn zextê li Îsraîlê bikin.