Li Zîvala Xezayê carek din têkilî bi temamî qût bû

Ji ber êrîşa Îsrail ser Xeza berdewam dike hate ragihandin ku hemû xizmetên têkilî û internetê bi temamî qut bûye.

Navenda Nûçeyan – Ji ber êrîşên Îsrailê ku ji 7’ê Cotmehê ve li ser Xezayê bê navber berdewam dike, xizmeta têkiliyê ya telefon û internetê dem dem qût dibe. Derbarê cardin qûtbûna xizmeta têkiliyan û internetê yên li Filistinê, li Xezayê şirketên Jawwal û Ooredoo dû daxuyaniyên cûda dan.

Di daxuyaniya şirketa Jawwal de hat diyarkirin ku xizmeta şîrketê ji 7’ê cotmehê heta niha ji ber êrîşên ku berdewam dike ev cara 7’an ne qût dibe û got: “Ji ber êrîşên ku berdewam dike li Zîvala Xezayê bi ragihandina qûtkirina hemû xizmetên têkiliyê ên înternetê bi fikar in.”

Şîrketa Oooredoo jî diyakirin ku ji derveyî başûr û navenda  Zivala Xeza,  qutkirina têkiliyê li bakûr, ji destpêka êrîşan heta niha ev 7 care qûtbûn çêbûye.