Li Zîvala Xezayê agirbesta demkî bi dawî bû

Di 7'emîn pevguhertina rehîneyan a di navbera Îsraîl û Hamasê de 8 rehîneyên Îsraîlî û 8 jin û 22 zarokên Filistînî yên di girtîgeha Îsraîlê de hatin berdan. Îsraîlê ragihand ku li Xezayê carek din dest bi şerê li dijî Hamasê kiriye.

Navenda Nûçeyan- Di navbera Îsraîl û Hamasê de 7’emîn pevguhertina rehîneyan hat kirin. Hamasê 8 rehîneyên Îsraîlê radestî Xaça Sor kir. 8 jin û 22 zarokên Filistînî ji Girtîgeha Leşkerî ya Oferê ya Şerîeya Rojava ya ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirîn hatin berdan.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA’yê, leşkerên Îsraîlî, bi cipên leşkerî yên zirxî mudaxeleyî piraniya wan ciwan gelê Filistînî yên li Girtîgeha Ofer û bajeroka Betunya ya Filistînê ya li ser rêya Ramallahê rawestiyan kir. Karwanê ku girtiyên Filistînî hildigirt, piştî zextên artêşa Îsraîlê karî xwe bigihîne Şerîaya Rojava ya dagirkirî.

Agirbesta demkî bi dawî bû

Li aliyê din dema dirêjkirina agirbestê ya Îsraîl û Hamasê bi dawî bû. Îsraîl û Hamasê heta niha der barê peymaneke nû heye an nine de tu daxuyanî nedan. Artêşa Îsraîlê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku li Zîvala Xezayê carek din dest bi şerê li dijî Hamasê kiriye. Di parvekirinê de hat îdiakirin ku Hamas bi gulebarana li ser axa Îsraîlê agirbest binpê kiriye.

Di nûçeya di medyaya Filistînê de jî hat diyar kirin ku Îsraîlê dest lêdana bakurê Xezayê kiriye. Şahidên bûyerê diyar kirin tankên Îsraîlê yên li navenda Zîvala Xezayê derdora kampên penaberan ên Nuseyrat û Buraycê bombebaran kirin.

Li sînorê Xezeyê ya Îsraîlê sîren lêdan

Di daxuyaniya nivîskî ya danê sibehê ji aliyê Îsraîlê ve hat dayîn de, hat ragihandin ku sîrenên hişyariyê yên li birîmên ser sînorê Zîvala Xezayê hatine lêxistin û roketek ku ji Xezayê hatiye avêtin li hewa hatiye îmhakirin. Ji aliyên Filistînî ve derbarê mijarê de tu daxuyanî nehatin dayîn.

Bijîşkên Sînor Nenas: Ev şer ne tenê li dijî Hamasê ye, li dijî tevahiya Xezayê ye

Serokê Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) Christos Christou, di civîna çapemeniyê ya li paytexta Urdunê Ammanê de li ser rewşa Xezayê de nirxandinan kirin. Christos Christou, wiha got: "Ji dema şerê li dijî Xezayê dest pê kir vir ve, Îsraîl li ser herêmê dorpêçek pêktîne. Tu hinceta mehrûmkirina mirovan a ji pêdiviyên xwe tune ye. Hêzên Îsraîlê 7 hefte ne zarok û malbatan qetil dike. Her çiqas zarok û malbat hewl didin birevin jî, fêm kirin ku cîhek ewle tune."

Christos Christou, bal kişand ser girîngiya gihandina alîkariya mirovî ji bo Xezayê û wiha axivî: "Ev şer ne tenê li dijî Hamasê ye, li dijî tevahiya Xezayê ye. Navbera mirovî û agirbest ev hemû ji bo parastina sivîlan e, lê pêwîstiya sivîlan a bi alîkariyên mirovî heye." Christos Christou, rewşa li Xezayê wek “kareset” pênase kir û got ku saziyên tenduristiyê hilweşiyane û nexweşxane naxebitin. Christos Christou, dest nîşan kir tu hincetek exlaqî û yasayî ya tundiya li dijî sivîlan nîne û banga agirbeste kir.

Ji 7’ê Cotmehê vir ve çi qewimî?

Baskê çekdar ê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam, sibeha 7'ê Cotmehê êrîşî Îsraîlê kir. Piştî êrîşê artêşa Îsraîlê jî di heman rojê de ü Zîvala Xezayê bi dijwarî bombebaran kir. Di êrîşên ku di 7’ê Cotmehê de dest pê kiribûn de 310 jê leşker hezar û 200 Îsraîlî jiyana xwe ji dest dan û 5 hezar û 132 kes jî birîndar bûn. Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jî zêdetirî 6 hezar û 150 jê zarok û zêdetirî 4 hezar jê jin, zêdetirî 15 hezar kes jiyana xwe ji dest dan.

Lihevkirina agirbesta demkî ya 4 rojan a ji bo pevçûnên navbera Îsraîl û Hamasê, 24’ê Mijdarê li gorî saeta herêmî saet 07:00’an ket meriyetê. Di çarçoveya lihevkirina pevguhertina rehîneyan a di navbera Îsraîl û Hamasê de hat kirin, heta niha ji Zîvala Xezayê 81 rehîneyên Îsraîlî û ji girtîgehên Îsraîlê re jî 240 rehîneyên Filistînî yên hatin berdan. Di 27’ê Mijdarê de agirbesta demkî 2 rojên din hate dirêjkirin. Di 30’ê Mijdarê de agirbesta demkî rojek din jî hat dirêjkirin.