Li Zirganê êrîşa Dewleta Tirk: Sîvîlek jiyana xwe ji dest da

Dewleta Tirk li herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîvîlan dike hedef. Li gundên Hermel û Mehrmele yên girêdayî bajarê Zirganê ya Kantona Cîzîrê sîvîlek jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Li gor gahiyên hatin parvekirin de balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk gundên Hermel û Mehermele yên bajarê Zirganê ya girêdayî Kantona Cîzîrê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ku gundiyan dane, di encama bombebaranê de welatiyek jiyana xwe ji dest daye û yek jê zarok du kes birîndar bûne.

Hat ragihandin ku birîndaran rakirine nexweşxaneya Dirbêsiyê.

Dewleta Tirk wesayîtên sivîlan bombe kir

Li herêma navbera Şora Rojava û Şora Rojhilat a li ser rêya Zirgan-Dirbêsiyê, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk wesayîteke sivîlan bombe kir. Di êrîşê de 3 sivîl birîndar bûn.

Hate hînbûn ku yek ji birîndaran bi navê Mihemed Ewad (53) li nexweşxaneyeke bajarê Dirbêsiyê tê dermankirin û 2 sivîlên din ên bi giranî birîndar bûne sewqî nexweşxaneyên bajarê Hesekê hatin kirin.

Gundên Kobanê tên bombekirin

Hate hînbûn ku dewleta Tirk gundên Tureman, Aşma û Uwênê yên Kobanê jî bombebaran kiriye.