Li zanîngehên Afganîstanê 60 endamên perwerde îstifa kirin
Ji zanîngehên Afganîstanê Komek profesor û endamên perwerde ji bo şermezarkirina qedexeya ji perwerdeya jinan re hatiye anîn, bi girseyî îstifa kirin.

Kabûl - Wezareta Xwendina Bilind a Talîbanê ku ji zanîngehên dewlet û taybet re giştîname şand, ragihandîbû ku “heta daxuyaniyeke din” xwendekarên jin nikaribin perwerdehiya xwe bidomînin. Bertekên li hemberî vê biryarê jî bêdereng hatin. Li dijî vê biryara talîbanê ya dijmîna jinan, li her dere çalakiyên şermezarkirinê hatin li dar xistin. Dîsa xwendekarên mêr ên ku xwestin biryara hatiye dayin şermezar bikin dersên xwe terikandin, profesor û endamên perwede jî îstifa kirin.
Navên 60 profesorên îstifakirin hat eşkerekirin
Ji zanîngehên Afganîstanê 60 profesor û endamên perwerdeyê, ji bo şermezarkirina çalakiya Talîbanê ya astengkirina perwerdehiya jinan ya li zanîngehan, îstifa kirin. Profesorê Zanîngeha Kabulê Ubaidullah Werdak bi peyama xwe ya li ser hesabê medyaya dîjîtal ku roja Pêncşemê parvekir îstifayê xwe ragihand, lîsteya navên 59 profesora zanîngehên dewletê yên ku ji bo şermezarkirina qedexekirina xwendina jinan îstifa kiribûn weşand û xwest xwendekarên jin bên piştgirîkirin.
Bertek mezin dibin
Qedexekirina xwendina jinan ya li zanîngehên Afganistanê rojên borî bûbû sedema gelek bertekan. Rêxistinên wek Neteweyên Yekbûyî, Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî, Wezareta Derve ya Brîtanya, Rêxistina Hevkariya Îslamî û hwd. ev biryara Talîbanê şermezar kirîbûn û wekî binpêkirina mafên mirovan nirxandibûn.
Xwendevanan tevlî ezmûnan nebûn
Li aliyê din xwendevanên mêr ên Zanîngeha Nangarharê ragihandin ku ew ê tevlîbûna ezmûna dawiya salê nebîn û bertek nîşanî biryarê dan.
Profesorek beriya niha îstifa kiribû
Ji bo van şermezarkirinan profesorek mêr ê zanîngeha Polîteknîk a Kabulê ya bi navê Mihemed Hadî Asadî jî beriya niha ji Wezareta Xwendina Bilind a Talîbanê re nameya xwe ya îstifa kirinê şand. Di nameya îstîfa kirinê de ev tişt hatibûn gotin: “Ez ji zanîngeha Polîteknîk a Kabulê profesor Mihemed Hadî Asadî. Ez ji bo şermezarkirina girtina deriyên perwerde û hîndekariyê û cudakariya bipergalî ya li dijî jin û zarokên keç ên komeke mezin a civaka Afganî, ji erka xwe ya pîroz îstifa dikim. Di civakeke ku mafên bingehîn ên nîvê nifûsê tê binpêkirin de xizmetkirin bi îxanetê re heman e.”