Li zanîngeha Tahranê ji ber hîcaba bi zorê êrîşî xwendekaran kirin

Li fakulteya hunerên ciwan a zanîngeha Tahranê erkdarên ewlehiyê, bi hinceta ku xwendekarek jin qedexeya hîcaba bi zorê îhlal kiriye êrîşî xwendekaran kirin.

Navenda Nûçeyan- Li fakulteya hunerên ciwan a zanîngeha paytexta Îran Tahranê, bi hinceta ku xwendekarek jin qedexeya hîcaba bi zorê îhlal kiriye erkdarên ewlehiyê êrîşî xwendekaran kirin.

Erkdarên ewlehiyê, bi hinceta ku li gorî quralên hîcaba bi zorê tevnegeriyaye xwendekarek jin rawestandin û xwestin ku dest bidin ser çente, nasname û telefona wê. Li hemberî vê sekna erkdarên ewlehiyê, xwendekarên derdorê jî helwest nîşan dan û dest bi çalakiyan kirin. Erkdarên ewlehiyê yên ku xwendekar derb kirin, 2 xwendekaran saetek girtin û gef li wan xwarin.

Piştî bûyerê xwendekarên ku li ber avahiya ewlehiyê kom bûn, xwestin der barê mijarê de daxuyaniyek were dayîn û çalakiya xwe ya şermezarkirinê berdewam kirin.