Li Zanîngeha Pyatîgorskê ya Rûsyayê semînera çanda kurdî
Li Zanîngeha Dewletê ya Pyatîgorskê ya Rûsyayê semînerek bi sernavê "Kevneşopiyên neteweyî yên Kurdî û rastîya îro" hat dayîn.
Navenda Nûçeyan – Li Zanîngeha Dewletê ya Pyatîgorskê ya Rûsyayê, di çarçoveya bernameya dewletê ya Federasyona Rûsyayê ya "Pêkanîna Siyaseta Netewî ya Dewletê" de ku Otonomîya Federal a Netewî û Çandî ya Kurdên Rûsyayê (FNKAKURD) digire nava xwe semînerek bi sernavê "Kevneşopiyên neteweyî yên Kurdî û rastîya îro" hat dayîn. Di semînerê de bêtirî 50 xwendekarên rûs amadebûn. Çalakî ji aliyê Ajansa Federal a Karûbarên Netewî ya Rûsyayê ve hat piştgirîkirin. Di semînerê de şêwirmenda serokê zanîngehê ya karûbarên perwerdehîyê Êlvîra Kondrakova, nûnerên kadroyên zanîngehê û xwendekar amade bûn. Vekirina bernameyê ji hêla serokê Zanîngehê profesor Aleksander Gorbûnov ve hat kirin. Aleksander Gorbûnov bal kişand ser girîngîya lêkolîna çand, jiyan û kevneşopiyên gelên ku li Rûsyayê dijîn û herwiha danehevên xwe yên jîyanî bi xwendekarên kurd re, parve kir.
Semîner ji hêla hevserokê Otonomîya Federal a Netewî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê û endamê Şêwra Serokdewletê Federasyona Rûsyayê ya pêwendîyên navgelêrî Ferhat Patîyev ve hat rêvebirin. Ferhat Patîyev ji xwendekarên zanîngehê re behsa Kurdistan, dîrok û zimanê Kurdî û kevneşopîyên gelê Kurd ê kevnar kir.
Kofî û dîlanên Kurdî
Mezûnê Enstîtuya Welatên Asya û Afrîkayê ya Zanîngeha Dewletê ya Moskowê Şoreş Abî di semînerê de mijara dîlanên neteweyî pêşkêşî ciwanan kir. Guhdaran ne tenê karîbûn li ser dîlana neteweyî ya kurdî, dîroka derketina wê û wateya semantîkî ya hêmanên ku wê ji nû ve hilberandin, agahîyên girîng wergirin, di heman demê de wan dîmenên vîdyoyê bi performansa wê jî temaşe kir.
Rêvebira Koma Nûjîn a govendê Amena Alîyeva raporek li ser hêman û cureyên cil û bergên netewî yên mêr û jinan pêşkêş kir. Xwendekar fêr bûn ku divê jinên kurd di kîjan rewşan de kofî dikin serê xwe, di kîjan rewşan de bi destmalê serê xwe girêdidin û kîngê porberdayî bigerin. Her wiha xwendekarên zanîngehê fêr bûn ku rengê cil û bergên neteweyî yên mêran tên çi wateyê û ji bo kîjan armancên pratîkî hêmanên cilên mêran tên bikaranîn. Dersa masterê li ser hêmanên cil û bergên kurdî hat pêşandan û di encamê de beşdarên çalakiyê bi awayekî serkeftî teknîka girêdana destmala neteweyî ya kurdî hilberandin.
Nûre Aşîrî mezûna beşa wêjeyê ya Zanîngeha dewletê ya Kobanê, di axaftina xwe de behsa mîrateya herî dewlemend a hunera devkî ya kurdî kir. Guhdar ketin cîhana dengbêj, çîrokbêj û aşûqan û hîn bûn ku stranbêjên çîrokbêj stranên xwe bê bikaranîna amûrên mûzîkê dibêjin, lê aşûqan - bi saz an jî amûrek din a bi têl pêşkêş dikin. Di folklora kurdî de cihekî taybet stranên bûyerên rasteqîn û lehengîyên ku hatine jîyîn tên vegotin. Xwendekara Zanîngeha Dewletê ya Pyatîgorskê, Ferîde Alîyeva, li ser amûrên mûzîka kurdî yên weke tembûr, dahol, zurne, çeng, bilûr û amûrên din ên lêdan, pifdan û bi têl axivî. Axaftvan taybetmendîya deng û bikaranîna amûrên mûzîkê yên di dema niha de ji guhdaran re da zanîn.
Piştî semînerê di derbarê çand û hunera kurdî de pirs ji xwendekaran hatin pirsîn, ciwanên ku bersivên rast dan ji alîyê Otonomîya Federal a Kurdên Rûsyayê ve hatin xelatkirin.
Di dawîya semînerê de, Êlvîra Kondrakova, şêwirmenda Serokê zanîngehê ya li ser xebatên perwerdeyî, ji ber raporên balkêş ên li ser çand û jiyana kurdan spasîya xwe li organîzatorên çalakiyê kir. Li ser girîngî û pêwîstiya lidarxistina çalakiyên bi vî rengî, ku rê dide ku xwendekar bi dewlemendîya çanda re têkevin têkiliyê û asoyên zanebûna xwe fireh bikin. Semîner ji alîyê rêvebirê wê Ferhat Patîyev ve hat encamkirin. Ferhat bi bîr xist ku armanca sereke ya çalakiyê lihevanîna têkiliyên neteweyî ye; parastin û piştgirîkirina çanda gelan û cihêrangiya zimanî ya Federasyona Rûsyayê, parastina nirxên netewî û peywireke exlaqî ya her endamekî civakê ye. Di dawiya semînerê de her kesî xwarinên pêjgeha neteweyî ya kurdî tam kirin.