Li Zanîngeha Kobanê şano ya li ser şidetê hat nîşandan
Di çarçoveya rêze çalakiyên 25'ê Mijdarê de roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jin bi diruşma "Têbikoşe! Dagirkerî û tûndiyê têk bibe!” Yekîtiya Jinên Ciwan şano ji xwendekarên zanîngeha Kobanê re pêşkêş kirin.
Kobanê - Rêze çalakiyên 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jin, bi çalakiyên cur be cur didome. Yekîtiya Jinên Ciwan dest bi çalakiyên pêşkêşkirina şanoyan kirine. Îroj li Zanîngeha Kobanê Yekîtiya Jinên Ciwan, di derbarê 25'ê Mijdarê de şano û sinfizyon pêşkêşkirin. Sinfizyon di derbarê jinên pêşeng ku hatine qetilkirin û rastî tundiyê hatine. Şano jî di derbarê tundiya ku çeteyên DAIŞ'ê ya hovane li ser jinan de bi kar dianîn. Çalakiya jinên ciwan ji 15'ê Mijdarê dest pêk, şano li qada şehîd Egîd, li kolanan û gundewarên Kobanê hatin pêşkêşkirin. Xwendekara zanîngeha Kobanê Werdê Mihemed û Felek Mihemd ya ku cihê xwe di nava şano de girt ji ajansa mere axivîn.
"Hişmendiya kevneperest dibe sedema kuştinê"
Werdê da zanîn ku li beramberî hemû cureyên tundiyê têkoşîna jinan pêwîste û divê em bi awayekî demildest tundiyê rakin û wiha got: "Tundiya ku li ser jin, zarok û civak tê meşandin, ji ber hişmendiya baviksalarî ku xwe li ser jinê dide meşandin, jin rastî hemû cureyên tundiyê tê. Ji bo vê jî em dibînin ku di hindir malê de bi taybet di navber herdû zayendan de tê jiyîn. Gelek jinên pêşeng ku hewl dan li dijî hişmendiyê serî hildin û tundiyê qebûl nekin. Wek Hepatia, Leyla Qasim, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Sakîne Cansiz û bi sedan jinên pêşeng hene ku vê tundiyê qebûl nakin. Gelek jin ji ber sedema tundiyê dawî li jiyana xwe tînin û hin ji wan jî hewl didin xwe intîhar bikin, hewldanên bi vî rengî jî bi taybet li Kobanê gekek bû. Wek ku min di nava axaftina xwe de jî diyar kir ku ji ber sedema tundiyê jin dawî li jiyana xwe tînin û milekî din de jî zarok jî rastî tundiya zayendî tên. Her wiha dema ku jin di temê biçûk de tê zewcandin jî rastî tundiyê tên, ev jî dibe sedem ku jin rastî hemû cureyên tundiyê bên."
"Tundiya li ser jin tundiya li ser civakê ye"
Felek Mihemed teqez kir ku tundiya herî mezin ku mirov jinê bi çûk bibîne û wiha pêde çû: "îroj me ji xwendekarên zanîngehê re şano pêşkêş kir, rola min jina ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye revandin û di sokan de tê firotin. Me xwast di vê şanoyê de bi taybet di roja têkoşîna li dijî tundiyê de, ji bînin bala her kesî ku çeteyên DAIŞ'ê çawa jin Şengalê didan firotin û tundiya herî qirêj bi serê wan jinan de dianîn û her kes bê deng bû li beramberî cureyên tundiyê. Di vir de em sînor dar namîn. Çalakiyên me berdewamin di derbarê 25'ê Mijdarê de, em vê şanoyê li her derê pêşkêş bikin da ku her kes li vê tundiyê meyze ke. Lê ji her kesî tê xwastin bi taybet jin divê têkoşîna xwe li beramberî hemû cureyên tundiyê têbikoşe. Çi di nava civakê de çi li beramberî êrîşan. Heya em vê tundiyê li ser xwe ranekin em her roj rastî tundiyên bi vî rengî bên."