Li zanîngeha Adenê perwerdeya ji bo jinan

Di 5'ê Kanûnê de Navenda Jinan a Lêkolîn û Perwerdeyê, li zanîngeha Adenê bi hevkariya Rêxistina El-Amal dewreyek perwerdeyê li ser bihêzkirina jinan û avakirina kapasîteyên wan di sedsala 21'ê de ji aliyê jêhatîbûn, zanîn û teknîkê ve li dar xist.

NOOR SURÎB
Yemen-Navenda jinan a lêkolîn û perwerdeyê ji bo bihêzkirina jinan xebatên xwe aktîf kir û xebatên perwerdeyê li dar dixe. Jinên pêşeng ên derçûna doktora û masterê, jinên di komîteya jinan de di wezaretan de, tevî parêzvanên mafên jinan di perwerdeyê de amade bûn. 
Rêvebera Navenda Jinan a Lêkolîn û Perwerdeyê Huda Alawî ji ajansa me re axivî û wiha got: "Em wek navenda lêkolîn û perwerdeya jinan hewl didin pîşeyên jin û keçan bi pêş bixin û derfetên zêdekirina wan di warê zanistî , çandî û teknîkî de li gorî pîvanên navneteweyî û hewcedariyên bihêzkirina siyasî û aborî de biafirînin."
Her wiha Huda Alawî wiha li gotinên xwe zêde kir: "Ev koma ku perwerdeyê dibîne, di çarçoveya teşwîqkirina jinan de di warê pêşketinê de û ji bo avakirina baweriya ku ew xwedan jêhatîbûn, zanîn û teknîkên ku wan jêhatî dikin, ji bo ku şert û mercên pêşbaziyê bi cih bînin û bigihîjin hewcedariyên hêzdarkirinê bixebitin."
"Armanc bi perwerdeyê pêşxistina zanist û pîşeya jinan e"
Der barê girîngiya perwerdeyê de Huda Alawî ev agahî dan: "Ev perwerde dê li ser piştgirîkirina jinan û bidestxistina wan ji bo xwebaweriyê, ragihandin, fêrbûn, diyalog û hunera îqnakirinê be. Bi armanca ku derfetên kar ên mafên jinan winda nebin û jêhatîbûnên wan werin dîtin û statuya ku heq dikin bibînin me ev yek li dar xist. Ji bo ku jin bikaribin hemû karên zanist û teknolojiyê bikin û bibin xwedî asteke bilind."