Li zanîgehek Cezayîrî destdirêjî xwendekarek hat kirin

Di 12'ê Tîrmehê de xwendekarek li avahiya zanîngeha Ebd El-Rihman Mîra li eyaleta Becaiya ya Cezayîrê rastî destdirêjiya zayendî hat.

Cezayîr- Xwendekareke zanîngeha cezayîrê ya Ebd El-Rihman Mîra ya sala yekemîn di beşa Biyolojiyê de dixwend, ji hêla kesekî ve rastî destdirêjiya zayendî hat.
Xwendekar rastî şîdeta zayendî tên 
Li gorî ku  xwendekar daye zanîn, kesê tecawizê wê kir destpêkê xwestiye bi wê re biaxive û hejmara telefona wê xwestiye, piştî ku xwendekarê qebûl nekir hejmara telefona xwe bide kesê tecawizker destên xwe daye ser devê wê ji bo ku tu kes dengê wê nebihîze.
Li gorî axaftina xwendekar wê hewl daye pêşî lê bigre lê nikaribûye wî rawestîne ji ber ku avahiya zanîngehê, wê demê ji xwendekar û hîndekaran vala bû.
Li Cezayîrê di van salên dawî de bêtirî 9000 bûyerên tacîzê hatine tomarkirin, ev yek metirsiyek mezin dide avakirin û nîşan dide ku diyardeya tecîza zayendî, şîdet, kuştin û xirabiyên giran ên li dijî civakê zêde ne.
Ji derveyî vê bûyerê, li Cezayîrê di Sibata sala borî de bûyereke din çêbûbû. Profesorê zanîngehê, tecawizê xwendekarek zanîngehê ya beşa zanyarî ya sala yekê kiribû ji ber vî sûcî, profesor ji zanîngehê hatibû avêtin.