Li Zahîdanê gel li qadan bû: Banga yekîtiyê hat kirin

Gelê Zahîdanê wek her car piştî nimêja Înê daketin qadan û çalakiyan lidarxistin. Çalakgeran daxwaza yekrêziyê li hemû gelên Îranê kir û anîn ziman ku ew ê heya bidestxistina azadiyê çalakiyên xwe bidomînin.

Navenda Nûçeyan - Gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji destpêka serhildana gel a bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ qetilkirina Jina Emînî destpêkirî li dijî desthilatdara Îranê her roja înê xwepêşandanên xwe berdewam dikin. Duh roja înê, xelkê bajarê Zahîdanê yê parêzgeha Sîstan-Belûcistanê li dijî kiryarên desthilatdara Îranê yên kuştin û bidarvekirina, girtin û îşkence xwepêşander daketin qadan û bang kirin ku rêya azadiyê bi pêkhatina yekrêziyê  hemû gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê pêk tê. 

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bimre Xumeynî’, ‘Bimre dîktator’, ‘Birayê min ê şehîd ez ê tola te hilînim’, ‘Yê birayê min kuştî ez ê bikujim’ û ‘Ji Zahîdan heta Tehranê canê xwe feda dikim’ hatin berzkirin. 

Daxwaza berdana girtiyên siyasî hat kirin

Li bajarê Zahîdanê gel bi mehane piştî nimêja Înê her hefte xwepêşandan tên lidarxistin, li hember kuştina bi dehan xwepêşanderan di 30’ê Îlonê de, di nav de jin û zarok, li ber navenda polîsên Îranê komdibin û xwepêşandanê li dardixin. 

Xwepêşanderan kuştin û bidarvekirinên ku ji aliyê desthilatdara Îranê ve li dijî gel tên kirin şermezar kirin û daxwaza berdana girtiyên siyasî û rawestandina siyaseta tepisandin û kuştinê kirin.