Li Yemenê Weqfa Noor Al- Salam hewl dide xwendinê bi pêş bixe
Aktivîsta mafên mirovan Angela Beydanî bi riya weqfa Noor Al- Salam a ava kiriye ji bo navendên tendirustiyê, dibistanên li taxên bakurê Adenê ku ji xizmetê bêpar in li diji zextên li ser gelê herêmê hewl dide têbikoşe.
FATIMA RASHAS
Yemen- Weqfa Noor Al- Salam a Refahê ya Zarok û Malbatan yekem weqfa xizmetê ye û di sala 2022’an de hat avakirin, her wiha li bajarê Aden û Lahj perwerdeya tendirustiyê, pêşxistina kapasîte û di qada alîkarî û pêşxistinê de dixebite. Weqf bi hevkariya saziyên dewletê, rêxistinên civaka sivîl, saziyên navneteweyî û bazarên taybet hewl didin bi riya hinek proje û bernameyên hişmendiyê kapasîteyên komên kêmderfet û xizan bi pêş bixin.
Weqfa Noor Al- Salam hewil dide bê derfetiya xwendinê ji holê rake
Aktivîsta mafên mirovan Angela Baydanî yekem kes bû ku ji bo avakirina weqfa ‘Al- Salam’ bang kiribû, hewl dida zarokan ji paşketinê biparêze û wan hembêz bike. Bi taybetî zarokên keç ên ku ji perwerdeyê bêpar mabûn hewl dida xeyalên wan ên xwendinê pêk bîne. Angela Baydanî dibêje: “Tevî tiştên me jiyan jî ji dibistana seretayî heta dibistana navîn zêdetirî 800 xwendekar li vê dibistanê hatin qeydkirin. Kesên ku nedixwestin li vê herêmê pêşketin çêbibe hebûn loma çendek em bi wan re di nava şer de bûn. Di vê dibistanê de dilxwazên ku ders bidin hene.”
Angela Baydanî da zanîn ku ji ber kêmaniyê dibistanan ên li bajarê El Salam malbatan xwestin polên zêde werin vekirin. Malbatan keyfxweşiya xwe ya ji ber nêzikbûna dibistanê anîn ziman. Ji ber ku zarokên wan dûr nakevin kêfxweş bûn, vê yekê bû sedem ku rêjeya xwendekarên dest ji dibistanê berdin kêm bibe.
‘Armanca me pêşxistina herêmê ye’
Angela Baydanî diyar kir ku hedefa weqfê ew e ku bi nifşên nû re hişyariyê bidin avakirin. Di heman demê de ji bo zarokan qadek bi ewle ava bikin, kolanan ronî dikin, bi riya weqfê hedef dikin navendeke tendirustiyê ava bikin û wiha domand: “Em qonax bi qonax rastî gelek zehmetiyan hatin, di her qonaxê de çeteyên ku hewl didan dibistana me asteng bikin hebûn, me hêviyên xwe winda dikir lê belê em careke din vegeriyan û ji bo em dibistanê ava bikin me ligel meqamên pêwendîdar û rayedaran têkilî danî. Ji ber armanca me pêşxistina herêmê û zêdekirina hişyariyê ye.”
Angela Beydanî destnîşan kir ku roja ewil ku dibistan vebûye ji derveyî jinên 26 salî di qonaxa perwerdeya destpêkê de, jinên ciwan ên ku di navbera 14-18 salî de ji bo qonaxa şeşemîn a dibistanê xwe qeyd dikin ew matmayî hiştin û kêfxweşiya xwe ya ji vê beşdariyê anî ziman û got: “Her çendî ez rastî şikandina xeyalan hatibim jî ev jinên ciwan ên dibistanê wê riya min ronî bikin ez gelek kêfxweş im.”
Weqfa Noor al-Salam a Refahê ya Zarok û Malbatan di sala 2022’an de hat avakirin û li bajarê Aden û Lahj perwerdeya tendirustiyê, pêşxistina kapasîte û di qada alîkarî û pêşxistinê de dixebite. Weqf bi hevkariya saziyên dewletê, rêxistinên civaka sivîl, saziyên navneteweyî û bazarên taybet hewl didin bi riya hinek proje û bernameyên hişmendiyê kapasîteyên komên kêmderfet û xizan bi pêş bixin.
Serkeftinên herî mezin ên Weqfa Noor Al- Salam ewe ku ji bo hemû beşên civakê teşwîqkirina perwerdeyê, pêşxistina kesên kêrhatî saziyên perwerde û piştgirîdane avakiriye. Bi riya projeyên dahatê bi pêş dixe, piştgiriya malbatan dikin û ji bo peydakirina derfetên kar ji bo kesan xebat didin meşandin, her wiha tîmek dilxwaz di weqfê de dixebitin.