Li Yemenê sînordarkirina cilan û qedexeya gerê jinan ji jiyanê dûr dixe

Şerê ku li Yemenê 10 sal in berdewam dike, herî zêde bandorê li jiyana jinan dike. Ji sînordarkirina cilan, heta qedexeya gerê, tendirustî û perwerdeyê jin ji her qadê hatine dûrxistin.

HALA AL-HAŞÎDÎ

Yemen – Li Yemenê 10 sal in di navbera hêzên hikumet û Husiyan de şer berdewam dike, li Yemenê herî zêde jin ji şer bandor dibin. Jinên ku ji qadên civakê tên dûrxistin, hewl tê dayîn di malan de werin hepskirin. Tevî pêvajoya şer berdewam dike jî jin dest ji di xwepêgirtina jiyanê de bernadin. Hem ji bo xwe, hem jî ji bo civaka di nav de ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin.

Der barê mijarê de me hevdîtinê bi weşanger Ruveyda Al-Fadil û Xanim Al-Tayyar kir.

‘Jin li dijî binpêkirinan têdikoşin’

Weşanger Ruveyda Al-Fadli rewşa jinên li Yemenê nirxandin û got ku jinên Yemenê ji ber şerê demek dirêj e berdewam dike demên zehmet derbas dikin û divê pêvajoyê de bi gelek zehmetiyan re derketine serî.

Ruveyda Al-Fadli diyar kir ku sîstema perwedeya li Sana li gora îdeolojiya Husiyan hatiye şekil girtin û wiha got: “Sîstemek a perwerdeyê ku ji destpêkê ve xelet wê jin çawa fêr bibe?” Ruweyda Al-Fadlî bal kişand ku bi taybetî jinên li Sanayê dijîn ji ber sedemên bê bingeh rastî rewşên revandin û binçavkirinan tê û da zanîn ku jin li dijî binpêkirinên ku dijîn têdikoşin.

‘Zext bandorê li her warê jiyanê dikin’

Pêşkêşvana bernameyan Bayan Al-Tayyar destnîşan kir ku bi taybetî qadên di bin kontrola Husiyan de jin rastî gelek sînordarkirin û zextan tên, di destpêka sînordarkirinan de dema jin digerin divê mêrek li gel wan hebe û ev rewş ji perwerdeyê heta tendirustiyê bandorê li gelek qadên ku jin tê de cih digrin dike û got: “Otobus jî jinên ku bi tenê nagirin. Careke din neçarkirina cilan ji aliyê Husiyan ve wisa kir ku beşek ji jinan perwerdeya xwe di nîvî de qut bikin.”

Bayan Al-Tayyar bal kişand ku di platformên medyaya dîjîtal de jinên ku her dem pesnê mêrîtiyê didin parvekirinên ku wan lewaz, kêm, bi qusur nîşan didin dikin û got: “Ev rewş ji ber hişmendiya mêr çêdibe û baweriya jinan dihejîne, rola wan bi pirsgirêkên malê ve sînordar dike. Tu merc ji bo jinên ku li mafên xwe bigerin tune ye.”