Li Yemenê pêla xizaniyê zarokan ji dibistanê qut dike

Rêxistina “Zarokan Biparêzin” ragihand ku li Yemenê ji ber şert û mercên xirab ên jiyanê û karkeriya zarokan, du sêyên zarokan naçin dibistanê. Bilindbûna biha û kêmkirina alîkariyan jî vê qeyranê kûrtir dike.

Navenda Nûçeyan –  Pevçûnên berdewam ên li Yemenê, bi milyonan zarok ji mafê wan ê bingehîn ê perwerdeyê bêpar kirine. Gelek dibistan veguherîne polên vala, avahiyên wêranbûyî an jî cihên ku ji bo armancên ne girêdayî perwerdeyê têne bikar anîn. Bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re, Rêxistina Save the Children raporek nû weşand û eşkere kir ku ji sêyan duyê zarokên li Yemenê ji dibistanê bêpar in.

Lêkolîna ku li çar herêmên başûrê Yemenê li ser 2 hezar û 214 malbatan hatiye kirin, nîşan dide ku ji sedî 32’ê zarokan qet dest bi dibistanê nekirine û çaryeka wan jî dev ji xwendinê berdane.

Ji sedî 92’ê malbatan di peydakirina xurekan de zehmetiyê dikişînin

Karkeriya zarokan yek ji sedemên sereke yên devjêberdana ji perwerdeyê ye. Ji ber şert û mercên jiyanê yên giran, malbat neçar dimînin ku zarokên xwe bidin xebitandin. Li gorî daneyên rêxistinê, ji sedî 92’ê malbatên beşdarî lêkolînê bûne nizanin ka ew ê çawa xureka xwe peyda bikin.

Her çend ji sedî 95’ê malbatan ji bo debara xwe bi karê rojane ve girêdayî bin jî, ji sedî 84’ê wan nikarin lêçûnên bingehîn ên wekî cilên dibistanê û pirtûkan peyda bikin. Zêdebûna bihayên xurek û sotemeniyê û qûtbûna alîkariyên biyanî jî bandorên neyînî yên li ser jiyana zarokan roj bi roj kûrtir dikin.