Li Yemenê lehî û barana zêde bandor li hezaran malbatên ku ji cihê xwebûne kir

Li bajarê Maribê yê li navenda Yemenê ji barana zêde û lêhî, bandor li hezaran malbatên ji cihên xwe bûne kiriye. Ji bo malbatan banga alîkariya mirovî hate kirin.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Maribê yê li navenda Yemenê di roja 8’ê Adarê de baranek dijwar ya bi bandor barî û lêhî rabû û ji ber lêhiyê bi hezaran malbatên ji cihên xwe bûne mexdûr bûn. Di ropara ji aliyê serokatiya daireya kampan ya ji cihên xwebûne ya girêdayî hikumeta Yemenê hat weşandin de, derbarê ziyanên barana dijwar û lêhiyê gihandine malbatên ji cihên xwe bûne, zanyarî da.

6 hezar û 495 malbatên ji cihê xwe bûne bandor bûn

Di raporê de hate diyarkirin ku 204 kampên koçber û li herêmên Yemeniyên ku ji cihên xwe bûne lê jiyan dikin 6 hezar 495 malbat, ji  lêhiyê bandor bûne. Di raporê de hate tesbîtkirin ku ji ber lêhiyê, Yemeniyên qadên ku lê bicih bûne, malzemeyên xwarin û bicihbûnê jî di nav de hemû tiştên wan ziyan dîtine. Malbatên lêhîzede, ji derveyî malzemeyên xwarin, bicihbûn, cil û hîjyenê pêwîstî bi konên sexlem heye.

Banga alîkariya mirovî

Di rapora banga alîkariya mirovî hatî kirin de, amaje bi wê yekê hate kirin ku ji bo pêwîstiyên ku ji lêhiyê bandor bûne, divê demildest mudaxele bikin, kampên ên ku ji cihên xwe bûne ji lêhî û afetan werin parastin, stratejiyek giştî were dîyarkirin.

Qeyranên aborî her roja ku diçe mezin dibe

Maribê ji dawiya 2014’an heta niha, di giştî Yemenê de 4,5 milyon kesên ku ji cihê xwebûne, zêdeyî 2 milyonan malovaniyê dikir. Li welat bi salane şer berdewam dike, nêzî 377 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Yemen di nava welatên herî xizan de cih digre, ji ber şerê navxweyî qeyrana mirovî ya tê jiyîn her roj diçe mezintir dibe. Li gora rapora Komîsertiya Bilind ya Koçberan ya NY; ji ber şerê navxweyî, gelê Yemen ji sedî 73 (nêzî 23,4 milyon) pêwîstî bi alîkariya mirovî heye. 4,3 milyon kes ji cihên xwe bûne.