Li Yemenê komxebata bihêzkirina rola jinan

Li bajarê Taizê yê Yemenê piştî zêdetirî 10 salan yekem komxebata perwerdeyê ji bo jinên girêdayî partiyên siyasî hat lidarxisitin û bihêzkirina jinan û aktîvkirina wan di warê siyasî de hate nîqaşkirin.

RANIYA EBDULLAH

Yemen – Komxebateke perwerdeyê ji bo jinên girêdayî partiyên siyasî li bajarê Taizê, yê li başûrê rojavayê Yemenê ku di 7'ê Îlonê de dest pê kir û dê heta 11'ê Îlonê bidome. Ev yekem çalakiya siyasî ya jinan li Yemenê ku ji 10 salan zêdetire rawestiyaye. Komxebat ji hêla Navenda Lêkolînên Stratejîk a Piştgiriya Jin û Zarokan ve hate organîze kirin û 20 endamên jin ên partiyên siyasî yên bajêr cih digre.

Komxebata perwerdeyê li ser lêkolîna mekanîzma û derfetên piştevaniya bihêzkirina siyasî ya jinên Yemenî û xurtkirina hebûna wan di jiyana partiyan de, li ser asta herêmî û neteweyî beşdarbûna di cihên biryardanê de, hatin nîqaş kirin.

Beşdarên komxebatê bal kişandin ser girîngiya xurtkirina rola siyasî ya jinên Yemenî û bihêzkirina wan ji bo gihiştina cihên biryardayînê û hewcedariya bi domandina van însiyatîfan dîtin.

Girîngiya beşdariya jinan di warê siyasî de nîqaş dikin

Damezrênera Navenda Lêkolînên Stratejîk a Piştgiriya Jin û Zarokan, Angela Sultan wiha got: “Em beşek ji projeyekê ne ku armanca wê aktîvkirina rola çalak a jinan di nav partiyên siyasî yên Yemenê de ye. Di vê komxebatê de me girîngiya beşdariya siyasî ya jinan û amadekirina wan ji bo cihên rêveberiyê û eşkerekirina mijarên wek hilbijartin, navbeynkarî û avakririna aştiyê, sekinîn. Her wiha derbarê avabûna avahiyên rêxistinî yên bibandor di nava partiyan de hate nîqaş kirin. Bi hêvî ne ku proje û însiyatîfên ji bo bihêzkirina jinan di warê siyasî de bighîjin armancên xwe û jin di partiyan de xwedî rolên çalak û bandortir bin.”

‘Bila jin beşdarî xebatên siyasî bibin’

Rojnamevan Sara Ebd El-Celîl jî da zanîn ku temsîliyeta jinan di van komxebatan de xwedî girîngiyek mezin e û wiha axivî: “Me gelek sûd ji van perwerdeyan girt û asoyên nû di warê beşdariya jinan de vebûn. Divê jin dudilî nebin û beşdarî xebatên siyasî bibin.”

‘Nebûna jinan nebûna civakê ye’

Endama partiya sosyalîst a Yemenê Wefaa Merwan eşkere kir ku perwerdeyên bi vê rengî ji bo perwerdekirina jinan di partiyên siyasî de derfetên rastîn û got: “Ji bo jin bikaribin di nav partiyan û rayedarên herêmî de bighîjin cihên biryardayînê, hewcedarî bi perwerdekirin û amadekirina wan heye. Nebûna jinan tê wateya nebûna nîvê civakê.”

Asoyên berfireh ji jinan re vedike

Endama Kongreya Giştî ya Gel Şeymaa Remzî wiha axivî: “Em beşdarî vê dewreya perwerdeyê bûne da ku zanîn û jêhatiyên xwe yên serokatî û parlementerî ava bikin û çalakiyên xwe ya siyasî bidomînin. Ji destpêka şer ve yekem komxebata ku li ser mijarên wek avakirina karakterê siyasî û bihêzkirina jinan tê lidarxistin. Em dixwazin wek parêzger û wezîran cihên serokatiyê bigrin. Komxebatên bi vî rengî asoyên berfireh ji me re vedikin.”

Jinan bihêz û amade dike

Endama partiya Yekîtîxwaz a Nasirîst Hala Ebdullah jî destnîşan kir ku lidarxistina komxebatên perwerdeyê, pozîsyona jinan wek biryardaran xurt dike, derfetekê dide wan ku beşdarî şekildana pêşerojê bibin, wan ji paşguhkirin û tundiyê diparêze û dihêle ku ew bighîjin cihên rêveberiyê.

Ev çalakî beşek ji projeya neteweyî ye ku armanc dike piştgiriya beşdariya jinan di pêvajoya siyasî de û beşdarî avakirina dîmenek siyasî ya berfirehtir û domdartir bibe.