Li Yemenê jinek yekem platforma Podcastê ava kir

Jina ciwan a Yemenî ya bi navê Kamîliya Kamêl, xwest ku dengê gelê xwe di ragihandinê de bi metodên nûjentir ragihîne û bi vê armancê dest bi çêkirina Podcastan kir.

FATIMÊ REŞAD

Yemen – Pêşkêşvan Kamîliya Kamêl jineke Yemenî ya azwer e. Di her tiştî de hewldana xwe ya ji bo serketinê nîşan dide. Di rojnamegerî û medyayê de xwe bipêş xistiye. Di beşa radyo û televîzyonê û nivîskariyê de jî gavek mezin avêtiye. Kamîliya, platformek podcastê ava kiriye û êş û azadên gelê xwe di vê platformê de radigihîne.

Di pêvajoya şerê ku di sala 2003’an de li Yemenê destpê kir de, hemû rê qut bûn û ji ber nebûna înternet, elektrîk û heta amûrên ragihandinê, jiyanek dijwar destpê kir. Kamîliya jî, tevî şert û mercên dijwar biryar da ku radyoyê weke amûrek ji bo raghandina êşên gelê bajarê xwe Adenê, hilbijêre.

‘Ragihandin rolek mezin di civakê de dilîze’

Kamîliya Kamêl balkişand ser rola ragihandinê ya di xizmeta pirsgirêkên civakê û jinan de û wiha vegot: “Roleke mezin a medyayê di xizmeta pirsgirêkên civakê de heye. Bi xebata xwe ya radyoyê, min alîkariyeke mezin ji gihandina dengê xelkê û êş û azarên wan a di aliyên cuda de kiriye. Lê çapemenî niha bi rastî dezenformasyon û sextekariya rastiyan a mezin dikşîne. Di encama têkoşîn û keda ku min dayî de, min karîbû Podcastek çêkim ku tê de dengê jinên civaka xwe ragihînim. Ew Podcast derbarê kesayetên navdar de ji Yekîtiya Ewropayê re hat pêşkêşkirin. Piştî bidawîbûna vê projeyê ez fikirîm ku divê ev proje bipêş bikeve û bibe platformek, ji ber ku li Adanê platform nayên peydakirin.”

‘Desthilatdarî ragihandinê li gor xwe dimeşîne’

Kamîliya Kamêl bal kişand ser pêşketina radyoyên Adenê û kêfxweşiya xwe ya ji ber perfarmansa radyoyên Adenê wiha anî ziman: “Ez gelek kêfxweş im ku di radyoyên herêmî de guhertin pêk tên û radyoyên bi formên nû tên avakirin. Ev jî tê wê wateyê ku hê jî gel li bernameyên radyoyan guhdarî dikin. Dixwazim di demên pêş de projeya “Adenî Podcast” bibe forûmek ragihandinê ya çandî, her wiha bibe yek ji forûmên navdar ku tê de behsa jin, zarok, çand û mîrasa gelan bê kirin. Beriya ku bikevim qada ragihandinê, ez nivîskarek wêjeyî bûm jî, hezkirina min ji nivîsandinê re gelek e. Ji ber ku nivîsandin karê min ê di ragihandinê de hêsantir dike. Bernameyên radyoyê bi piranî bi zimanê gelêrî pêşkêş dikim. Ji ber ku ji civaka xwe ne dûr im. Lê mixabin desthilatdariyê ragihandin û şêwazên wê li gor xwe eyar kiriye.”

‘Em ê rola jinê di ragihandinê de xurt bikin’

Kamîliya Kamêl destnîşan kir ku tevî astengiyan jî dîsa hewl tê dayîn ku bi rêya bernameyên ragihandinê balê bikşînin ser pirsgirêkên jinan û derbarê vê hewldanê de wiha got: “Tevî hebûna bandora desthilatdariyê li ser ragihandinê jî, jinên rojnemevan bi rêya bernameyên xwe hewl didin balê bikşînin ser pirsgirêkên jinan û êşên wan vebêjin. Lê divê em di qada ragihandinê de rola jinan xurt bikin ta ku karibin pirsgirêk û dozên jinan zêdetir belge bikin.”