Li Yemenê jin ji bo piştevaniya gelê Filistinê daketin qadan

Jinên li bajarê Taîza Yemenê ku qetlîamên Îsraîl yên li Xezayê pakaniyî protesto kirin, diyar kirin ku ew bi gelê Filistînê re ne û bertek nîşanî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî qetlîaman dan.

RANÎA ABDULLAH

Yemen - Nêzî 500 kes li bajarê Taîz a Yemenê li hev civiyan û êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê bi meşekê protesto kirin. Di meşa ku jin jî beşdar bûn de, bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan jî hate protestokirin.

‘Ew ê heta kengê bêdeng bimînin?’

Aktîvîsta mafên mirovan Amîra El-Saghira ku yek ji jinên beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku ew ê li kêleka gelê Filistînê yê ku ji aliyê Îsraîlê ve rastî qirkirinê hatin û wiha got: “Heta kengê wê civaka navneteweyî, li hemberî qetlîamên li dijî Filistînê tên pêkanîn bêdeng bimîne? Ma ew li bendê ne ku bêtir xwîn biherike?”

‘Em ji bo protestokirina qetlîaman daketine qadan’

Şaîma Mihemed a xwendekar jî got: “Ji bo şermezarkirina bûyerên li Xezayê diqewimin, komkujî û bombebarana berdewam ku tevahiya bajêr wêran kir, li pêşberî civaka navneteweyî û ji bo piştgiriya gelê Filistînê em daketin qadan.”

Dixtor Fayza Ehmed a ku beşdarî meşa protestoyê bû got: “Civaka navneteweyî û cîhan ji bo ku deng û piştgiriya me ya bi gelê Filistînê re bibihîze em derketin xwepêşandanê. Em ê her tim bi hemû hêza xwe li gel wan bin.”

Ji beşdarên çalakiyê Hind Lahîm El-Sûfî jî got: “Ji bo şermezarkirina qetlîamên hovane, bombebaran û dorpêçkirina Xezayê ez beşdarî çalakiyê bûm. Em ê li kêleka gelê Filistînê bin.”