Li Yemenê ji ber baran û lehiyên berdewam bi hezaran malbat zirar dîtin

Baranên zêde û lehiyên ku zêdetirî du meh in li Yemenê didomin, bûne sedema mirina bi dehan kesan û zirardîtina bi hezaran malbatan. Berdewama şert û mercên hewayî yên nebaş fikara zêdebûna zirarên mirovî û madî li welêt zêde kiriye.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora nû ya Federasyona Navneteweyî ya Xaça Sor û Heyva Sor, rewşa mirovahî li Yemenê xirabtir dibe. Baran û lehiyên ku di meha Tîrmehê de dest pê kirin û di meha Tebaxê de zêdetir bûn, li gelek parêzgehan bûne sedema mirinan.

73 kes mirin û bi hezaran kes bandor bûn

Li gorî raporê ku hat weşandin, şert û mercên giran ên hewayê bûne sedema mirina herî kêm 73 kesan û 37 kes jî birîndar bûne. Her wiha, 53 hezar û 760 kes, ango 7 hezar û 600 malbat, bandor bûne. Fikarên zêdebûna ziraran zêdetir dibin.

Lehî û bahozan zirarên giran li Yemenê çêkirin

Federasyona Navneteweyî diyar kir ku mirovan ji ber lehî û bahozan jiyana xwe ji dest dane. Di encama vê yekê de, bûyerên mirinê, fetisandin û hilweşîna avahiyan jiyane. Hate diyar kirin ku ekîbên qadê li seranserê welêt têkildarî zirarên ku ji ber şert û mercên hewayî çêbûne, 567 gilî wergirtine.

Zirar derbasî binesazî û çandiniyê jî bû

Di aliyê mirinan de, parêzgeha Amranê bi 14 bûyeran re di nava rêza ewil de cih digire. Zirar bi tenê bi mirinan re sînordar nema; binesazî, şebekeyên av û ceyranê, zeviyên çandinî, berhem û ajal jî zirar dîtin. Malên hemwelatiyan û navendên stargehê yên kesên ji cih û warên xwe bûne jî zirarek mezin dîtine. Ev rewş pêwistiyên malbatên zirardîtî zêdetir kiriye.

Karesatên avhewayî li Yemenê dubare dibin

Di raporê de hatiye diyar kirin ku ev karesat piştî baran û lehiyên ku di meha Adarê de li Yemenê hatin jiyîn, qewimiye. Vê demê zêdetirî 83 hezar kes zirar dîtin û nêzî 11 hezar û 900 mal û stargeh hilweşiyan. Ev rewş nîşan dide ku karesatên avhewayî dubare dibin û bandora wan li ser gel zêdetir dibe.

Pêdiviyên mirovî li deverên zirardîtî zêde dibin

Di raporê de hatiye diyar kirin ku ev şert û merc zextên mirovî û çavkaniyên debarî yên li ser Yemeniyan û kesên ji cih û warên xwe bûne zêdetir dikin. Bi taybetî li herêmên ku herî zêde zirar dîtine, pêdiviyên stargehê, avê û xizmetên bingehîn roj bi roj zêde dibin.