Li Yemenê di 7 mehan de zêdeyî 75 hezar kes koçber bûn

Li Yemenê ji ber zêdebûna pevçûnên di navbera artêşa hikûmetê û Hûsiyan û karesatên ji ber krîza avhewayê de tenê di nava 7 mehan de zêdetirî 75 hezar kes koçber bûn.

Navenda Nûçeyan – Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ragihand ku tenê ji destpêka sala 2024’an vir ve li Yemenê zêdeyî 75 hezar û 600 kes ji cih û warên xwe bûne.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya dîjîtal a UNFPA’yê hat dayîn de, zêdebûna pevçûnên di navbera artêşa hikûmeta Yemenê û Hûsiyan de û şert û mercên giran ên hewayê wek sedemên koçkirinê hatin binavkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku mekanîzmaya bersivdayîna lezgîn a Neteweyên Yekbûyî li Yemenê alîkariya lezgîn ji sedî 96’ê koçberên 18 parêzgehan kir û her wiha armanc dike ku di sala 2024'an de bi nirxê 70 mîlyon dolarî ji bo piştgirî û xizmetên ji bo jin û zarokên keç berdewam bike.